Fîlmê “Beanpole” di 6’ê Berfanbarê dikeve vîzyonê
Fîlmê “Beanpole” ku di beşa Nerîneke Diyarkirî ya Festîvala Fîlman a Cannesê de xelatên Fîlmê Herî Serketî û Derhênerê Herî Serketî wergirtibû, di dîroka 6’ê meha Berfanbarê de dikeve vîzyonê.
Li gorî nûçeya ku di malpera Kovara Altyazı de cih digire, fîlmê “Beanpole” (Dylda) di 6’ê meha Berfanbarê de dikeve vîzyonê.
Fîlmê “Beanpole” ku ji aliyê derhênerê ciwan Kantemir Balagov ve hatiye kişandin, ji hêla sînemahez û derdorên sînemayê eleqeyeke mezin dîtin. Fîlm, di bernameyên festîvalan de hate nîşandan û gelek xelat girtin. Derhênerê fîlmê “Beanpole”yê Kantemir Balagov bi fîlmê xwe yÊ “Tesnota” (2017) re li Cannesê xelata FIPRESCI girtibû.
“Beanpole” di dema Şerê Cîhanê yÊ Duyemîn de, rojên dawî yên dorpêça Lenîngradê de diqewime. Fîlm, qala çîroka du jinên ciwan ên Masha û Iyayê dike û di jiyana zor û dijwar de têkoşîna wan nîşan dide û li ser jiyanên jinan û bandorên wêran û guherîn ên şerê disekine.
Fîlmê “Beanpole” ji romana “The Unwomanly Face of War” ya nivîskarê xelatgira Nobelê Svetlana Aleksiyeviçê, ji bo sînemaya hatiye kişandin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com