Fîlmê “Bêcih û War” yê derhênera nemir Agnès Vardayê

Nivîs: Necla Çetînoglu

Derhêner û wênekêşa navdar a fransiz Agnès Varda ango bi navê xwe yê esil Atlette Varda, ji bo dîroka  hunera heftemînê sînemagereke pêşeng û girîng e ku weke “Dapîra Rêbaza Pêla Nû ya Frensayê” tê zanîn. Varda, di nava polîtîkayên femînîst a li Frensayê de cihekî çalak girtiye û wekî gelek fîlmên xwe yên klasîk, bi fîlmê xwe yê “Sans Toit Ni Loi” (Senza tetto né legge / Vagabond, 1985) re jî li seranserî cîhanê deng vedaye. Fîlmê “Bêcih û War” yê Agnès Vardayê, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê Xelata Şêrê Zêrîn stendiye.

Fîlmê “Bêcih û War” ji aliyekî gelekî trajîk ve dest pê dike û sehneya yekem li ser bi dîtina bedena jineke mirî ye. Bedena jinekê ku di nava xendekê de weke cemidî hatiye dîtin, bedena jineke ciwan a bi navê Monayê ye. Varda, pirsa ‘çi hat serê vê jinê?’ li temaşevanan dide pirsandin û şahidîya kesên ku rastî li Monayê hatine nîşan dide ku wê bi vî awayê hewl dide da ku em vê bûyerê fam bikin. Her karakterên ku Mona di rêwîtiya xwe de rastî wan tê, di derbarê wê de hin agahiyên piçûk li me dide. Van hemû agahî û têkiliyên wan ên bi Monayê re, a rastî xwe dide der ka wan kesan xwe çawa dibînin. Derhêner, çîroka fîlmê bi awayekî biparçe dide li me û dixwaze ku temaşevan vê bûyerê bixwe fêm û çareser bikin. Ew ne Monayê rast dike ne jî hêvîyeke nepewîst dide.

Dema em li karaktera Monayê dihêrin, miroveke wisa dibînin ku hişk e û êdî ti pirsgirêkeke wê ya wekî xwe-pejirandinê bi pergelê re nemaye. Ev jinê sert û zenanokî ku bi tena serê xwe tevdigere, a rastî ew karaktereke wisa ye ku di nava fîlmên ku me heta niha temaşekirî de wekî wê karakterê gelek nedîtine. Em dikarin bibêjin ku hema hema, di dîroka sînemayê de karaktereke azad û bêsînor a din tune ye ku wekî Monayê bi awayekî beredayî digere. Ew, di herikîna fîlmê de tim tevgerdar e û teknîka pan a kamerayê ya derhênerê jî, zor digihîje li kişandina wê. Di kêlîyên ku kamerayê disekine, şahidên bûyerê hêdî hêdî çîroka Monayê fam dikin. Ev jî dibe ku ji ber tercîha vegotina belgefîlmê ya derhênerê be.

Her wiha Mona, karaktereke gelek bêdeng û beng e, û derhêner dibêje ku şop û navên jinan di dika dîrokê de hatine paşguh kirin. Di sehneyekê de Mona dixwaze ku navê xwe li neynikê binivîse, di vê gavê de karekterekî, navê Monayê ji neynikê jê dike (radike) û ew kadraj gelek balkêş e. Ev fîlm, rexneya dîroknûsiya femînîst, bi yekcarî li me dike. Zîhniyeta baviksalarî dîrokê dinivîse û mêran, her tim berhem û navên jinan ji dîrokê rakirine. Em ji gotinên kesên ku şahidî çîroka Monayê bûne fam dikin ku wê miroveke xwendewar e û naxwaze karê sekreterî bike. Em dibînin ku Monayê bi tenê bi penaberekî Cezayirî ku rastî wê hatibe re dikeve têkiliyê. Belkî jî ji ber rewşên bêcih û war û bêewlehîtiyê, ew wî nêzî xwe dibîne.

Derhênera mezin Agnès Varda li vir, hebûna kêmasiya piştgiriyê diguhêze li perdeya sînemayê û dixwaze ku em vê bibînin. Monayê ku karaktereke gelek tenê ye, herçendî karaktera profesora jin nêzîkî wê bibe jî, wisa dixuye ku ew, piştî demekê ji wê ditirse. Ji ber ku, mona miroveke gelek derpergel e. Hemû mirovên ku rastî wê hatine, nizanin çawa bi wê re têkilî daynin. Ev bêpiştgirî û tenêtî, bi awayekî dibe sedema bêcih û warê ya Monayê û wê ji ber vê yekê bisernakevî. Dibe ku di rêwîtiya Monayê de, ger mirovên ku rastî wê hatine hîn bêhtir piştgiriya wê kiriban, me yê bidîta ku jiyaneke wiha ya serbixwe jî pêkan e. Derhêner, bi fîlmê xwe yê “Bêcih û War” re dibêje ku “ez nikarim qala çîrokeke tek û teqezê li we bikim, hûn ê biryarên xwe bidin ka hûn ji vê çîrokê çi fam kirine.” (*Ji Tirkî ji bo Kurdî: Rûmet Med)

Ölümsüz yönetmen Agnès Varda’nın “Yersiz Yurtsuz” filmi

Yazı: Necla Çetinoğlu

Ünlü Fransız yönetmen ve fotoğrafçı Agnès Varda yani asıl ismiyle Arlette Varda, yedinci sanat tarihi açısından öncü ve önemli yönetmenlerden birisidir ve “Fransız Yeni Dalga” akımının “Büyükannesi” olarak bilinir. Fransa’daki feminist politikaların içinde aktif olarak yer alan Varda’nın en çok tanınan filmlerinin başında ise 1985 yapımı “Sans Toit Ni Loi” (Senza tetto né legge / Vagabond), yani ‘Yersiz Yurtsuz’ filmi gelmektedir. Yönetmen Agnès Varda, bu filmiyle Uluslararası Venedik Film Festivali’nden Aslan Ayı ödülünü almıştır.

Yersiz Yurtsuz filmi oldukça trajik bir noktadan başlar ve ilk sahne bir kadının ölü bedeninin bulunmasıyla açılır. Bir hendeğin içinde donarak bulunan bu beden, Mona adında genç bir kadına aittir. Varda, bu kadına ne oldu? sorusunu seyirciye sordurur ve Mona’nın karşılaştığı kişilerin tanıklıklarını göstererek, olayı anlamaya çalışmamızı sağlar. Mona’nın ilerleyişi boyunca denk geldiği her karakter, bize onun hakkında ufak bilgiler paylaşır. Bu bilgiler ve Mona’yla kurdukları ilişkiler, aslında o kişilerin kendilerini nasıl gördüğünü ele vermektedir. Yönetmen, hikayeyi parçalı bir şekilde vererek seyircinin olayı çözmesini istemektedir. Ne Mona’yı düzeltmekte ne de gereksiz umut aşılamaktadır.

Mona karakterine batığımızda, katılaşmış ve artık sisteme yaranma gibi bir derdi kalmamış bir insan görüyoruz. Tek başına hareket eden bu sert ve donuk mizaçlı kadın, aslında şimdiye kadar izlediğimiz filmlerde çokta alışık olduğumuz bir karakter değildir. Neredeyse sinema tarihi boyunca Mona kadar “başı boş” dolaşan, özgür ve sınırsız bir kadın karakter yok diyebiliriz. Film boyunca sürekli bir hareket halindedir ve yönetmenin kullandığı kamerayı kaydırma tekniği onu yakalamakta zorlanmaktadır. Kameranın durmaya başladığı anlarda ise, olayın tanıkları Mona’nın hikayesini anlamaya başlamaktadır. Bu da yönetmenin belgeselci anlatım tercihinden dolayı olabilir. Ayrıca Mona, çok sessiz-sedasız ölüp giden bir karakterdir, bununla anlatılmak istenen, kadının tarih sahnesinde adının ve izinin yok sayıldığıdır. Filmin bir sahnesinde Mona aynaya adını yazmak ister. O anda erkek karakter onun adını hızlıca siler, işte o kadraj çok dikkat çekicidir. Bu film, bize feminist tarih yazımının yapmaya çalıştığı eleştiriyi bir çırpıda yapar. Tarihi yazan eril zihniyettir ve erkek egemen dünya, kadınların izlerini tarihten hep silmiştir.

Mona’nın hikayesine tanıklık etmiş kişilerin anlatımlarına baktığımızda onun eğitimli biri olduğunu, çalışmış olduğu sekreterlik işini yapmak istemediğini anlıyoruz. Mona’nın sadece karşılaştığı Cezayirli göçmenle daha yakın bir bağ kurduğunu görüyoruz. Belki de o karakterin yersiz yurtsuzluğu ve güvencesizliği ile kendi güvencesizliği arasında bir yakınlık kurumasından olabilir.

Büyük yönetmen Agnès Varda, burada bir dayanışma eksikliğinin varlığını perdeye taşıyor ve bunu görmemizi istiyor. Çok yalnız bir karakter olan Mona, karşılaştığı kadın profesör karakteri de, ona yakınlık kurmasına rağmen bir noktada ondan ürküyor sanki. Çünkü Mona çok sistem dışı bir karakter. Karşılaştığı tüm insanlar ona nasıl davranacaklarını ve nasıl iletişim kuracaklar bilmiyorlar. Bu dayanışmasızlık ve yalnızlık, Mona’nın yersiz yurtsuzluğunun bir şekilde başarısızlıkla sonuçlanmasına sebep oluyor. Belki Mona’nın ilerleyişi boyunca karşılaştığı insanlar ona biraz daha dayanışma göstermiş olsalardı, böylesi bağımsız bir yaşamın mümkün olabileceğini de görmüş olurduk. Yönetmen, Yersiz Yurtsuz filmiyle “ben size tek ve mutlak bir hikaye anlatamam bundan ne anlayacağınıza siz kendiniz karar vereceksiniz” demektedir.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir