Fîlmê bi Kurdî “Bîraxane” li benda piştgirîya temaşevanan e
Fîlmê “Bîraxane” ji aliyê derhêner û şanogerê kurd Bîlal Korkût ve ji helbestên helbestvanê navdar ê kurd Arjen Arî ji bo sînemayê hate kişandin û bo pêvajoya xebatên post-produksîyonê li benda piştgirîya hunerhezan e.
Ji bo fîlmê di 17ê Gelawêjê de li ser platforma fongogoyê kampanyaya piştgirîyê hate destpê kirin û wê dîroka 7ê meha Îlonê bidome. Mijara “Bîraxane”yê di mekanekê de diqewime Û çîroka amerîkîyekî tîne li ber ekranê ku gelekî ji helbestên Arjen Arî hez dike, dixwaze wî zêdetir nas bike û ji ber vê yekê tê bajarê helbestvanê.
Di fîlmê de lîstîkvanên wekî; Hisên Hesen, Rowal Navgundî, Hilmi Demîrer, Kemal Ulusay û Yavuz Akkuzu lîstine. Kêşana fîlmê bi dawî bûye lêbelê tenê pêvajoya post-produksîyonê maye.
Ji bo piştgirî: Fongogo
Derhêner, senarîst û şanoger kurd Bîlal Korkût di sala 1987ê de li Nisêbîna Mêrdîn ji dayik bû û di 2009ê de ji beşa Mamostetîya Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye. Derhêner, di sala 2015ê de Li Zanîngeha Artûklûyê di beşa Kurdolojîyê de lîsansa bilind xelas kir. Bîlal Korkût, bi kurtefîlmên xwe yên; “Ez Tusubasa Me” (2016) û “Li Pey Nanê Xwe” (2017) û “Çi Bikim” (2020) ve tê naskirin û fîlmên wî heta niha li bernameya gelek festîvalên fîlman hatin nîşandan û xelat wergirtin. Korkût, lîstikên şanoyê amadekirin û birêvebirin.*
Çavkanîya Wêneyan: Rûdaw
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com