Fîlmê bi Kurdî “Rojbash” li benda piştgirîya sînemahezan e

Fîlmê derhênerê kurd Ozkan Kuçuk ê bi navê “Rojbash” qala serpêhatiya 25 salî ya şanoya bi Kurdî ya biqedexe dike. Fîlm, ji aliyê derhêner û senarîstê kurd Ozkan Kuçuk ve weke fîlmê sînemayê hate nivîsîn û kişandin û di heman demê de yekem metrajdirêj a derhênerê ye.

Rojbash” ji bo pêvajoya xebatên post-produksîyonê li benda piştgirîya temaşevanên sînemayê ye. Ji bo fîlmê di dîroka 8ê Îlonê de li ser platforma fongogoyê kampanyaya piştgirîyê hat destpê kirin û kampanyaya piştgirîyê wê heta 18ê meha Cotmehê bidome.

Lîstikvanên kurd ên wekî; Kemal Ûlûsoy, Erdal Cevîz, Yildiz Gultekîn, Cabbar Bariş, Nhat Oz, Nazmî Kirik, Rûgeş Kirici, Mûrat Batgî, Azad Tûnç, Yavûz Akkûzû, Omer Şahîn û Rêzan Kaya di fîlmê de cih digirin.

Özkan Küçük kî ye?

Derhêner Ozkan Kuçuk di sala 1975ê de li Dêrsîmê hate dinê. Kuçuk, ji beşa Endezyarîya Hawirdorê ya Zanîngeha Yildiz Teknîkê, ji beşên Enstîtuya Zanistên Civakî û Radyo-TV (Lîsansa Bilind) yên Zanîngeha Marmarayê mezûn bûye. (Mijara teza wî: Sînemaya Tirkiyeyê ya Salên 90an). Sînemager, ji sala 1995ê bi vir de beşa Sînemayê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de xebatên xwe yên sînemayê didomîne û li ser sînemayê nivîsan dinivîse.

Ozkan Kuçuk di navbera salên 2003 û 2004ê de weke koordînatorê “Atolyeya Sînemayê ya Amedê” xebitî. Derhêner heta niha di gelek projeyên fîlman de weke weke alîkarê derhênerê, derhênerê huner û dîmenê, û pevxistiner cih girtine û fîlmên wî beşdarî li gelek festîvalên fîlman bûne.

Belgefîlmên wî: “El Yordamıyla Renkler” (Kazım Oz, Kadîr Sozen, Ozkan Kuçuk, 1996), Yapıcılar” (Ozkan Kuçuk, Savaş Boyraz, Hulya Yavûz, Tûran Cîhanbeylî, 1999), “Koma Asmîn” (2002), Yıllar Sonra, İşte Diyar-ı Bekir” (2003), Arsen Usta” (2004), Rice With Chick Peas” (2005), “Nohutlu Pilav” (2005), “Diyarbekir Damlarında” (2005), “Seyid, Hakikat Yolunda” (2010), “Pepuk” (2013)

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: