Fîlmê “Bîraxane” gera xwe ya festîvalên fîlman didomîne
Fîlmê derhêner û şanogerê kurd Bîlal Korkûtî yê “Bîraxane” rêwîtîya xwe festîvalên fîlman didomîne û heta niha li gelek bajaran derket li pêşberî temaşevanên sînemayê. Hate eşkerekirin ku fîlmê metrajdirêj dê îro li Xelatên Fîlman a Navneteweyî ya Ewropaya Rojhilatê (EEIMA, Îzmîr) û di 3yê Rêbendana 2024ê de li Festîvala Fîlman a Paradiseyê (Budapeşteya Mecarîstanê) bê nîşandayîn.
“Bîraxane” ji helbestên şairê navdar ê kurd Arjen Arî ji bo sînemayê hate kişandin ku di Mijdara 2022yê de ji fîlmê fragmaneke hatibû parvekirin. Senaryoya fîlmê jî Bîlal Korkût bi xwe nivîsîye.
Fîlmê metrajdirêj “Bîraxane” di mekanekê de derbas dibe û qala çîroka Amerîkîyekî dike ku gelekî ji helbestên şairê kurd Arjen Arî hez dike, dixwaze wî zêdetir nas bike û ji ber vê yekê tê bajarê helbestvanê. Lîstîkvanên wekî Hisên Hesen, Rowal Navgundî, Hilmi Demîrer, Kemal Ulusay û Yavuz Akkuzu di fîlmê de lîstine.
Bîlal Korkût kî ye?
Derhêner, senarîst û şanoger kurd Bîlal Korkût di sala 1987ê de li Nisêbîna Mêrdîn ji dayik bû û di 2009ê de ji beşa Mamostetîya Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye. Derhêner, di sala 2015ê de Li Zanîngeha Artûklûyê di beşa Kurdolojîyê de lîsansa bilind xelas kir. Korkût, lîstikên şanoyê amadekirin û birêvebirin, bi kurtefîlmên xwe yên; “Ez Tusubasa Me” (2016) û “Li Pey Nanê Xwe” (2017) û “Çi Bikim” (2020) ve tê naskirin ku fîlmên wî heta niha li bernameya gelek festîvalên fîlman hatin nîşandan û xelat wergirtin*. Derhêner, herî dawî li ser projeya “Yerlî Malî” dixebite û çêkerîya fîlmê dike.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com