Fîlmê “Bîraxane” wê li 4 bajaran bê nîşandayîn
Fîlmê derhêner û şanogerê kurd Bîlal Korkûtî yê “Bîraxane” wê li bajarên Êlih, Amed, Mêrdîn û Wanê bê nîşandayîn. “Bîraxane” ji helbestên şairê navdar ê kurd Arjen Arî ji bo sînemayê hate kişandin ku di Mijdara 2022yê de ji fîlmê fragmaneke hatibû parvekirin. Senaryoya fîlmê jî Bîlal Korkût bi xwe nivîsîye.
Fîlmê metrajdirêj “Bîraxane” di mekanekê de derbas dibe û qala çîroka Amerîkîyekî dike ku gelekî ji helbestên şairê kurd Arjen Arî hez dike, dixwaze wî zêdetir nas bike û ji ber vê yekê tê bajarê helbestvanê. Lîstîkvanên wekî Hisên Hesen, Rowal Navgundî, Hilmi Demîrer, Kemal Ulusay û Yavuz Akkuzu di fîlmê de cî girtine.
Bernameya nîşandayînê ya “Bîraxane”:
2yê Îlonê
Li Şanoya Rîtuelê, li Batmanê. Gotûbêj li gel derhêner: Destpêka nîşandayînê: 20.00
3yê Îlonê
Li Bezgîn Bekîr & Sanatê, li Amedê.
6ê Îlonê / 7ê Îlonê
Li Şaneşînê, li Mêrdînê û li Nisêbînê
9ê Îlone
Di çarçoveya çalakîyên sînemayê yên chalaKINOyê, li Wanê. Nîşandayîna fîlman ji alîyê Chalak Eventsê ve tê lidarxistin.
Destpêka nîşandayînê: 18.00 / Gotûbêj ligel Bîlal Korkût, Civatgêr: Yehya Omerî. Destpêka gotûbêjê: 21.00
Bîlal Korkût kî ye?
Derhêner, senarîst û şanoger kurd Bîlal Korkût di sala 1987ê de li Nisêbîna Mêrdîn ji dayik bû û di 2009ê de ji beşa Mamostetîya Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye. Derhêner, di sala 2015ê de Li Zanîngeha Artûklûyê di beşa Kurdolojîyê de lîsansa bilind xelas kir. Bîlal Korkût, bi kurtefîlmên xwe yên; “Ez Tusubasa Me” (2016) û “Li Pey Nanê Xwe” (2017) û “Çi Bikim” (2020) ve tê naskirin û fîlmên wî heta niha li bernameya gelek festîvalên fîlman hatin nîşandan û xelat wergirtin. Korkût, lîstikên şanoyê amadekirin û birêvebirin.*
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com