Fîlmê “Blonde” wê li 79emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê bê nîşandayîn

Fîlmê Andrew Dominik yê “Blonde” qala jiyana lîstikvana navdar a sînemayê Marilyn Monroeyê dike û ji romana Joyce Carol Oatesî ji bo perdeya sînemayê lê hatiye anîn. Di fîlmê de lîstikvan Ana de Armas di rola Marilyn Monroeyê de cih digire.

Lîstikvana navdar a Amerîkayî Marilyn Monroe di salên 1947 û 1962an de di gelek fîlmên sînemayê de lîstin. Monroe, di sala 1962yê de, di 36 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Plaforma Netflixê ji fîlmê “Blonde” wêneyên nû weşand û hate ragihandin ku fîlm li 79emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê dê di beşa pêşbazîyê de bê nîşandan.

Di fîlmê “Blonde” de lîstikvan Ana de Armas bi rola Marilyn Monroeyê cih digire. Lîstikvanên wekî  Bobby Cannavale, Adrien Brody, Julianne Nicholson, Xavier Samuel û Evan Williams jî di fîlmê de lîstine.

Senaryoya fîlmê Dominik û Joyce Carol Oates bi hev re nivîsandine.

Çavkanî: Variety

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: