Fîlmê “Crimes of the Future” wê di 29ê Tîrmehê de li MUBİyê bê weşandin
Yek ji platformên dîjîtal ên herî zêde tête temaşekirin MUBİ; fîlm, rêzefîlm û belgefîlmên balkêş û girîng tîne li ber temaşevanan. Platforma MUBİyê ragihand ku fîlmê “Crimes of the Future” (2022) yê derhênerê navdar David Cronenbergî di dîroka 29ê Tîrmehê de derdikeve li pêşberî sînemahezan.
Fîlmê “Crimes of the Future” promiyera xwe li beşa Bingehîn a Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê kir û di dahatûyeke nediyar de derbas dibe ku mirovahî êdî êşên xwe hîs nakin. Di vî çaxê de mirovahî li hawirdoreke sentetîkê jiyana xwe didomînin ku ji ber vê yekê rewşên xwezayî û bîyolojîk ên mirovan diguherin . Di fîlmê de lîstikvanên wekî, Viggo Mortensen, Léa Seydoux, Kristen Stewart, Scott Speedman, Welket Bungué, Don McKellar, Yorgos Pirpassopoulos, Tanaya Beatty, Nadia Litz, Lihi Kornowski, Denise Capezza cih digirin. Derhênerê fîlmê David Cronenberg li sînemayê bi gelek fîlmên xwe ve tê naskirin.
Hate ragihandin fîlmê “Crimes of the Future” wê di 29ê meha Tîrmehê de li MUBİyê bê weşandin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com