Fîlmê “Demo Ke Pelê Gozan Benî Zer” dest bi rêwîtîya xwe ya festîvalan kir

Fîlmê derhênerê kurd Mehmet Alî Konarî yê “Demo Ke Pelê Gozan Benî Zer” dest bi rêwîtîya xwe ya festîvalên fîlman kir. Fîlmê sêyem ê Konarî promîyera xwe dê li beşa Berhevoka Fermî ya 47emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Göteborgê (Swêd) bike û ji bo xelata Dragonê ya Jurî Ciwan bikeve pêşbazîyê. Ji fîlmê Zazakî, bi sê zimanî poster hatin weşandin. Bernameya 47emîn Festîvala Fîlman a Göteborgê wê di navbera 26ê Rêbendanê û 4ê Reşemîyê de bê lidarxistin.

Senaryoya fîlmê metrajdirêj ji alîyê Mehmet Alî Konar ve hatîye nivîsên û lîstikvanên wekî Korkmaz Arslan, Muhammed Feyzî Konar, Haval Naîf, Canan Ureklî, Atîye Ozdîl, Eda Ozdemîr, Ekrem Bozgul, Alîşan Onlu di “Demo Ke Pelê Gozan Benî Zer”ê de lîstine.

Derhêner Mehmet Alî Konar di sala 2016ê de bi yekem metrajdirêja xwe ya bi navê “Hewno Bêreng” re derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û di sala 2021ê de fîlmê wî yê “Govenda Alî û Dayka Zîn” ket vîzyonê. Fîlmên Mehmet Alî Konarî li gelek festîvalên fîlman hatin nîşandayîn û ji bernameyên gelek festîvalan xelat girtin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir