Fîlmê derhênerê kurd Hişam Zemanî li Torontoyê dê ji bo xelata “Fîlmê Herî Serketî” bikeve pêşbazîyê

Fîlmê derhênerê kurd Hişam Zemanî yê “A Happy Day” li 48emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê (Keneda) ji bo xelata ‘Fîlmê Herî Serketî’ weke berendam hate nîşandayîn. Bernameya festîvalê wê di navbera rojên 7-17 meha Îlonê de bê lidarxistin.

Fîlmê “A Happy Day” (2023) promîyera xwe ya cîhanê, li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê dike û dê ji bo xelata “Fîlmê Herî Serketî” bikeve pêşbazîyê. Mijara fîlmê, li bakurê Norwecê derbas dibe û li ser jiyana sê mêrên penaber disekine. “A Happy Day” yek ji fîlmên herî wêrek û hunerî yê sînemager Hişam Zemanî tê qebûlkirin. Lîstikvanên amator; Salah Qadî, Ravand Alî Taha, Mohammed Salah û Sarah Aman Mentzonî, û lîstikvanên navdar ên Norwecê; Stig Frode Henriksen, Stig Frode Henriksen, Hilde Skovdahl ve Anja Saiva Bongo Bjørnstad di fîlmê de lîstine.*

Hişam Zeman yek ji derhênerên sereke yên auteur ên Norwecê tê qebûlkirin û li ser mijarên koç, nasname û xwemalî disekine. Derhêner heta niha gelek kurtefîlm kêşandine û bi fîlmên xwe yên metrajdirêj ên “Before Snowfall” (2013) û “Letter to the King” (2014) ve tê naskirin ku heta niha ji gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî xelat girtine.

Çavkanî: Nfi.no 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir