Fîlmê derhênerê kurd Luftu Îrdemî yê “Pîrebok” ji Berlînê xelat girt
Yekem fîlmê metrajdirêj ê derhêner û wênekêşê kurd Lutfu Îrdemî yê “Pîrebok” ji bernameya Festîvala Fîlman a Berlin Indieyê de ‘Xelata Derhênerîya Yekem a Herî Serketî’ girt. Fîlmê “Pîrebok” bi Zazakî hate kêşandin û ji 9emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê ‘Xelata FIPRESCI’yê girtibû.
“Pîrebok” ji aliyê pargîdanîya fîlman a Lands of Cinema ve tê belavkirin û di çarçoveya bernameya Wêjegeh Amedê ya Rêbendanê de li Amedê hatibû nîşandayîn. Fîlm, herî dawî li Sofia Art Film Awardsê Xelata Fîlmê Sêwirî yê Herî Serketî/Mansiyonê girt. Derhêner Lutfu Îrdem bi kurtefîlmên xwe yên “Cênîya Nêeysayî” (2016) û Fotografçi” (2018) ve tê naskirin û beşdarî li gelek festîvalên fîlman bû.
Sinemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com