Fîlmê Dirêjtirîn ê Dîroka Sînemayê

Fîlmê dirêjtirîn/herî dirêj ê dîroka sînemayê “Ambiancé” yê Anders Weberg, dê di roja dawiya 2020’ê de bikeve vîzyonê.

Hunera heftemîn “sînema” û bi giştî fîlman ji gelek cure û rêbazan pêk tê û wan li gorî dem, hest û raman û atmosterê jî ji hev cihê ne. Di dîrokê de, ji 1985’ê bi vir de heta niha bi deh hezaran fîlm (fîlmê dirêj, belgefîlm, kurtefîlm, metraja nîvek, metraja dirêjtirîn) hatine kişandin û hejmarên fîlmên reklam û nasandin û geştê jî zêde ne. Bi demê re, bandorê teknolojî û geşedanên nû ve, di herîkina jiyanê de cureyên fîlmên nû û cuda derdikevin holê û fîlmên nû têne kişandin.

Fîlmê dirêjtirîn ê dîroka sînemayê yê bi navê “Ambiancé” yê Anders Weberg, hatibû ragihandin ku dê di roja dawiya vê salê de bikeve vîzyonê. Tenê fragmana belgefîlmê 7 demjimêr û 20 xulek e û bixwe jî 720 demjimêr didome.

Salên borî ji belgefîlmê “Ambiancé” yê Anders Weberg, ‘fragmaneke kurt’ hatibû weşandin û tenê fragmana wê 7 demjimêr û 20 xulek e û bixwe jî 720 demjimêran didome û ev jî dike û 30 rojan.

Belgefîlmê “Ambiancé” ji aliyê derhênerê Swêdê Anders Webers re hate kişandin û dê di roja dawiya sala 2020’ê de bikeve vîzyonê. Belgefîlm, dema ku bikeve vîzyonê, dê bibe fîlmê dirêjtirîn/herî dirêj ê cîhanê û 30 rojan bidome û bi awayekî rastîder û derasayî qala rêwîtiya feza û demê dike.

Lîsteya Hin Fîlmên Dirêjtirîn/Herî Dirêj ên Dîrokê:

“Ambiancé” (2020), 720 demjimêran / Derhêner: “Ambiancé”

“Modern Times Forever” (2011), 240 demjimêran / Derhêner: Jakob Fenger, Rasmus Nielsen

“Cinemataion-Cinématon” (1978), 201 demjimêran / Derhêner: Gerard Courant

“Beijing” (2003, 2004), 150 demjimêran / Derhêner: Ai Wei Wei – Belgefîlm

“Untitled #125 (Hickory), 2011, 120 demjimêran / Derhêner: Josh Azzarella

“Matrjoschka” (2006), 95 demjimêran / Derhêner: Karin Hoerler – Dîmen

The Cure for Insomnia (1987), 87 demjimêran / Derhêner: John Henry Timmis û Senaryo: L.D. Groban

“The Longest Most Meaningless Movie in the World” (1968), 48 demjimêran / Amadekar: Anthony Scott – Proje

“****” (1967), 25 demjimêran / Derhêner û Senaryo: Andy Warhol

“The Clock” (2010), 24 demjimêran / Derhêner: Christian Marclay – Clîp

“Happy” (2013), 24 demjimêran / Derhêner: Kolektîf – Vîdyo Klîp

“Berlin Alexanderplatz” (1980), 15 demjimêran / Derhêner û Senaryo: Rainer Werner Fassbinder

“Resan/The Journey” (1987), 14 demjimêr û 33 xulek (deqîqe) / Derhêner: Peter Watkins – Belgefîlm

“Crude Oil” (2008), 14 demjimêran / Derhêner: Bing Wang

“Ebolusyon ng isang pamilyang Pilipino-Evolution of a Filipino Family” (2004), 10 demjimêr û 43 xulek / Derhêner û Senaryo: Lav Diaz

“Shoah” (1986), 9 demjimêr û 26 xulek / Derhêner û Senaryo: Claude Lanzmann

“Tie Xi Qu: West of the Tracks (2002), 9 demjimêr û 18 xulek / Derhêner û Senaryo: Wang Bing

“Death in The Land of Encantos” (2007), 9 demjimêran / Derhêner û Senaryo: Lav Diaz

“Heremias” (2006), 9 demjimêran / Lav Diaz

“Taiga” (1992), 8 demjimêr û 21 xulek / Derhêner: Ulrike Ottinger – Belgefîlm

“A Lullaby to the Sorrowful Mystery” (2016), 8 demjimêr û 5 xulek / Derhêner: Lav Diaz

“Melancholia” (2008), 8 demjimêran / Derhêner û Senaryo: Lav Diaz

“Satantango” (1994), 7 demjimêr û 30 xulek / Derhêner: Béla Tarr û Senaryo: Béla Tarr, László Krasznahorkai

“War And Pecae-Voyna i mir”, (1967), 7 demjimêran / Derhêner û Senaryo: Sergey Bondarchuk

“Les Vampires” (1915), 6 demjimêr û 40 xulek

“Florentina Hubaldo, CTE” (2012), 6 demjimêran / Derhêner û Senaryo: Lav Diaz

Siglo ng pagluluwal (2011), 6 demjimêran / Derhêner û Senaryo: Lav Diaz

“Carlos The Jackal” (2010), 5 demjimêr û 40 xulek

“From What Is Before” (2014), 5 demjimêr û 38 xulek / Derhêner û Senaryo: Lav Diaz

“Batang West Side” (2001), 5 demjimêr û 15 xulek / Derhêner û Senaryo: Lav Diaz

Çavkanî: https://www.imdb.com/list/ls058680475, https://tr.wikipedia.org/wiki/En_uzun_filmler_listesi, www.perafilm.com, www.listefilm.com, www.filmloverss.com www.fikriyat.com www.onedio.com

Nivîs û Amadekar: Rûmet Med

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: