Fîlmê “Dolor y Gloria” dê di 11’ê Cotmehê de bikeve vîzyonê

Fîlmê nû yê derhênerê navdar ê Îspanî Pedro Almodóvar “Dolor y Gloria” dê di dîroka 11’ê meha Cotmehê de bikeve vîzyonê û têde lîstikvanên wekî Antonio Banderas, Penélope Cruz, Cecilia Roth, Susi Sánchez, Asier Etxeandia, Leonardo Sbaraglia, Eva Martín û Julieta Serrano dilîzin.

Fîlmê “Dolor y Gloria” ji aliyê derhênerê navdar ê Îspanî Pedro Almodóvar ve hatiye nivîsandin û kişandin, qala rojên zarokatî û bîranînên derhêner Salvador Malloyî dike û çîroka koça malbata wî, evîn û veqetîna wî û jiyana sînemaya wî nîşan dide ku di navbera rabirdû û îro de diçe û tê. “Dolor y Gloria” li Îspanyayê di dîroka 13’ê Adarê de ketibû vîzyonê û lîstikvanê fîlmê, Antonio Banderas di bernameya 72’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannes’ê de Xelata “Lîstikvanê Herî Serketî” wergirt.

Li gorî nûçeya Filmloverss’ê ku ji malpera IndieWire’ê hatiye wergerandin, derhênerê navdar Pedro Almodóvar li ser 3 fîlmên nû dixebitî, yek ji van weke îngilîzî dê bê kişandin û di heman demê de derhêner dê cara yekem fîlmekî bi îngîlîzî bikişîne.

Derhênerê navdar ê îspanî Pedro Almodóvar bi fîlmên xwe yên wekî “Hable Con Ella”, “La ley del deseo”, “Mujeres al Borde de un Ataque de Nervios”, “Tacones lejanos” “Todo sobre mi madre”, “La Mala Educacion”, “Volver”, “Los Abrozos Rotos”, “La piel que habito”, “Los amantes pasajeros” ve tê naskirin û di 76’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê de Xelata “Serketina Di Hemû Jiyanê” wergirtibû.

Nûçe: Rûmet Med

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d