Fîlmê duyem ê “Joker”ê tê

Joker, li hemû seranserê cîhanê ji aliyê bi deh milyonan temaşevanan ve hate tameşekirin. Derhênerê fîlmê Todd Phillips li ser İnstagrama xwe ragihand ku dewama fîlmê Jokerê tê. Di daxuyanîya Phillipsî de, bergê senaryoya fîlmê bi navê “Joker: Folie à Deux”ê û wêneyeke lîstikvanê fîlman a Phoenixî ku senaryoyê dixwîne hatin parvekirin. Mijara fîlmê hêj nehate eşkerekirin.

Fîlmê “Joker” di 11 beşan de ji bo Xelatên Akademiyê (Oscar) weke berendam hatibû nîşandayîn, ji festîvalên fîlman Xelatên Oscar, Şêrê Zêrîn, Girovera Zêrîn jî tê de, di gelek beşan de xelat girtibû.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: