Fîlmê “Dylda” û yên din
Di yekem hefteya meha nû de li salonên sînemayan; du ji van anîmasyon, bi giştî 7 fîlm ketin vîzyonê. Vê hefteyê li sînemayan fîlmên; “Dylda”, “Portrait de la Jeune Fille en Feu” û “The Aeronauts” derdikevin pêş û “Kuçuk Şeyler” yek ji fîlmên vîzyonê ya meha Berfanbarê ye.
Şerê Cîhanê yê Duyemîn qewimîye û li bajarê Lenîngradê kavileke mezin maye û di vê pêjajoya dijwar û zor de xelk jiyana xwe didomîne. Fîlmê “Dylda” qala jiyanên Iya û kurê wê ya sê salî û hevala wê ya bi navê Masha ve dike û bandorên şerê û hewlên wan ên ji bo avakirina jiyaneke nû nîşan dide.
Fîlmê “Dylda” yê Kantemir Balagov, di beşa Nerîneke Diyarkirî ya Festîvala Fîlman a Cannesê de xelata Fîlmê Herî Serketî wergirt û ji aliyê Rûsyayê bo Oscarê weke beredam hat nîşandan. Derhêner Kantemir Balagov bi fîlmê xwe ya “Tesnota” (2017) li Cannes heman xelat wergirtibû
Héloïse keça malbateke Arîstokrat e û dayika wê dixwaze wê bi mêrek malmezin re bizewice. Dayika Héloïse ji bo wêne çêkirina keça xwe, digel wênekeşeke ciwan re diaxive û piştî demekê wênekeş û Héloïse dibin dost. Çîroka fîlmê, di sedsala 18’ê de diqewime û bi şêwe û dîmên xwe yek ji fîlmên herî balkêş ên vê salê ye.
“Portrait de la Jeune Fille en Feu” ji aliyê derhêner Céline Sciamma hatiye kişandin û nivîsandin û fîlm, li Cannesê, xelatên Senaryoya Herî Serketî û Kuir Palmiye wergirtine. Céline Sciamma di fîlmê xwe ya nû de, fîlmê “The Piano” (Derhêner: Jane Campion) bi rêzgirtin bi bîr tîne.
Balafirvan Amelia Wren û Zanyar James Glaisher dixwazin ku bi nepoxa hewaya germ re bigihînin radeyeke herî bilind û ji bo wê dixebitin û derdikevin rêwîtiyeke dijwar. Armanca serpêhatiya bandorker û bêhempa yên Wren û Glaisher, radeya lûtkeya atmosferê ye.
“The Aeronauts” ji çîrokeke rastîn bo sînemayê ji aliyê Harper Tom re hatiye kişandin. Di fîlmê de lîstikvanên xelatgir û navdar, Eddie Redmayne û Felicity Jones jî dilîzin
Fîlmên vê hefteyê:
“Dylda” / Derhêner: Kantemir Balagov û Senaryo: Kantemir Balagov, Aleksandr Terekhov
“Portrait de la Jeune Fille en Feu” / Derhêner û Senaryo: Céline Sciamma
“The Aeronauts” / Tom Harper û Senaryo: Tom Harper, Jack Thorne
“The Addams Family” / Derhêner: Conrad Vernon, Greg Tiernan û Senaryo: Matt Lieberman, Conrad Vernon (Ji Berhema Charles Addams’ê)
“Mucize 2 Aşk” / Derhêner û Senaryo: Mahsûn Kirmizigul
“Curse of the Nun” / Derhêner û Senaryo: Aaron Mirtes
“Go Fish” / Derhêner û Senaryo: Sean Patrick O’Reilly
Nûçe – Sînemaya Serbixwe www.sinemayaserbixwe.com