Fîlmê “Ezmûn” li platforma HBOyê li ser weşanê ye

Fîlmê derhênerê kurd Şewket Emîn Korkî yê “Ezmûn” (The Exam) li ser çîroka jiyana xwendekara ciwan Rojînê disekine ku ji bo ezmûna zanînegehê dixebite û bi gotina bavê wê, ger wê di ezmûnê de biserkeve ew ê bibe azad, ger bisernekeve ew ê bizewice. Mijara fîlmê, rewş û mercên jin û keçan nîşan dide ku rengê serweriya mêran û civakê radixe ber çavan. Hate eşkerekirin ku fîlmê bi Kurdî niha li platforma dîjîtal a HBOyê li ser weşanê ye.

“Ezmûn” (2021) bi zaraveyê Kurdî yê Soranî re hate kêşandin û lîstikvanên Avan Jamal, Vania Salar, Hussein Hassan Alî di fîlmê de lîstine. Fîlm, heta niha li seranserê dinyayê di çarçoveya bernameyên gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û xelat girtin ku ji Iraqê ji bo Xelatên Oscarê weke berendam hatibû nîşandayîn. Senaryoya fîlmê Mohamedreza Goharî û Şewket Emîn Korkî bi hev re nivîsandine.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir