Fîlmê “Faithless” yê Ingmar Bergmanî, dibe rêzefîlmê televîzyonê

Fîlmê “Faithless” yê derhênerê nemir ê dîroka sînemayê Ingmar Bergmanî, bi derhênerîya Tomas Alfredsonî dibe rêzefîlm. Rêzefîlm dê ji aliyê kanala televîzyonê ya SVTyê bê kişandin û ji şeş beşan pêk tê.

“Faithless” di sala 2000î de ji aliyê lîstikvana navdar a sînemayê Liv Ullmann ve ji senaryoya derhênêrê nemir Ingmar Bergmanî ji bo perdeya spî hatibû kişandin. Tomas Alfredson ragihand ku fîlmê “Faithless” di demeke nêz de dibe rêzefîlmê televîzyonê. Senaryoya rêzefîlmê nû dê ji aliyê Sara Jonhsen ve bê nivîsandin.

Derhênerê Swêdî Tomas Alfredson bi fîlmê xwe yên; Bert: The Last Virgin, Office Hours, Four Shades of Brown, Let the Right One In, Tinker Tailor Soldier Spy, The Snowman, Se upp för Jönssonligan ve tê naskirin û ji bo televîzyonê projeyên rêzefîlman amade kirine.

Çavkanî: Deadline

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir