Fîlmê “Gava Şitil Mezin Dibin” ji Kolombiyayê xelat girt
Fîlmê derhênerê kurd ê Rêger Azad Kayayî yê “Gava Şitil Mezin Dibin” (When the Seedlings Grow, 2022), li 10emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mafên Mirovan a Kolombiyayê hate nîşandayîn û ji festîvalê xelata ‘Fîlmê Metrajdirêj ê Herî Serketî ya Navneteweyî’ girt.
Li gorî nûçeya ku di malpera Diyarname.com‘ê de cî digire, fîlmê “Gava Şitil Mezin Dibin” ji 10emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mafên Mirovan a Kolombiyayê xelata ‘Fîlmê Mejrajdirêj ê Herî Serketî ya Navneteweyî’ girt. Li festîvalê, bi tevahî 30 welatên cîhanê fîlmên sînemayê derketin li pêşberî temaşevanan.
Senaryoya fîlmê “Gava Şitil Mezin Dibin”ê Rêger Azad, Denîz Dery û M. Emîn Engîzek bi hev re nivîsandine. Fîlm, qala çîroka Huseyîn û keça wê ya Zelalê dike ku ji bo mastî bifroşin diçin li bajêr û li wir rastî zarokekî bi navê Hemudî tên.
“Gava Şitil Mezin Dibin” heta niha ji welatên Ûrûgûay û Japonyayê jî xelat girtine û hate eşkerekirin ku vê mehê dê li bernameyên Festîvala Fîlman a Perîferîasê (Portekîz) û Festîvala Fîlman a Vasteras û Nordîcê (Swêd) bê nîşandayîn.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com