Fîlmê “Gladyator” dîsa tê

Fîlmê Ridley Scott “Gladyator” di sala 2000’î de hat kişandin û fîlm di 11 waran de ji bo Oscarê bû berendam. Lîstikvanê fîlmî Russell Crowe xelata Lîstikvanê Herî Serketî yê Oscarê girtibû. Dîsa xelata Fîlmê Herî Serketî jî di nav de 5 Oscar girtibû. Niha dê fîlmekî din wekî berdewamiya wî fîlmî bê kişandin.

Di fîlm de generalê romayî Maksimus li hemberî zordariya Commodus ber xwe dide. Commodus, bavê xwe Împarator Marcus Aurelius kuştibû û ketibû cihê wî, paşê fermana kuştina general Maksimus û malbata wî derxistibû. Rola general Maksimus lîstikvanê navdar Russel Crowe girtibû ser milên xwe. Karakterê ku Crowe girtibû ser milên xwe di fîlm de miribû, loma jî Crowe di vê beşê de dê nîn be. Derhênerê fîlmî Ridley Scott niha ji bo fîlmê nû dixebite û li ser lîstikvanan dixebite.

Derhêner Scottê 85 salî ji bo kovara Emprie eşkere kiribû ku piştî fîlmê “Napoleon” temam bike dê dest bi kişandina vî fîlmî bike. Fîlmê Scott “Napoleon” îsal dê Apple TV de bê weşandin.

Çavkanî: Diyarname

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: