Fîlmê “Gorulmuştur” li Atinayê du xelat wergirtin
Festîvala Panoramaya Sînemaya Ewropayê îsal di navbera dîrokên 21’ê Mijdarê û 4’ê Berfanbarê li Atinaya Yewnanistanê cara 32’yemîn hate li darxistin. Di festîvalê de fîlmê “Gorulmuştur” (Hatiye Qontrolkirin) du xelat girtin.
Li gorî nûçeya ku di malpera Diyarname.com’ê de cih digire, 32’yemîn Panoramaya Sînemaya Ewropayê (Panorama European Cinema) li Yewnanistanê hate lidarxistin. Fîlmê “Gorulmuştur” ku ji aliyê derhênerê kurd Serhat Karaaslan ve hatiye kişandin, xelatên Fîlmê Herî Serketî (Navneteweyî) û Fipresci wergirtin. Xelata Fipresci her sal ji bo bîranîna derhênerê navdar ê cîhanê Theodoros Angelopulosî tê dayîn
Fîlmê “Gorulmuştur” di bernameya gelek festîvalên fîlman de hate nîşandan. Fîlm, li 38’emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê xelata Senaryoya Herî Serketî û 30’emîn Festîvala Fîlman a Sîngapûrê Xelata Taybet a Juriyê girtin.
Pêvajoya festîvalan ya Gorulmuştur didome. Fîlm niha dê beşdarî li 24’emîn Festîvala Fîlman a Keralayê bibe ku di navbera 6-13’yê mehê li dar dikeve. “Gorulmuştur”, dê weke fîlmê destpêk a festîvalê bê nîşandayîn.
Derhêner û senarîstê xelatgirtî Serhat Karaaslan bi kurtefîlmên xwe yên wekî; “Araf” (2009), “Beş Lira” (2009), “Bisqilêt” (2010), “Xwîn” (2010), “Musa” (2012), “Berfeşir” (2014) ve tê naskirin. Fîlmê “Gorulmuştur” yekem fîlmê metraj dirêj ê Serhat Karaaslanê ye.
Navenda Nûçeyan – Sînemaya Serbixwe www.sinemayaserbixwe.com