Fîlmê herî dirêj ê dîroka sînemayê “Ambiancé” wê di sala 2023yê de bikeve vîzyonê

Fîlmê dirêjtirîn/herî dirêj ê dîroka sînemayê “Ambiancé” ji aliyê derhênerê Swedî Anders Webers ve hate kêşandin û dê di sala 2023yê de bikeve vîzyonê.

“Ambiancé” weke belgefîlm hatiye kişandin û bi tevahî 720 demjimêran didome ku ev jî dike 30 rojan. Bi tenê fragmana belgefîlmê 7 demjimêr û 20 xulek e.

Du sal berê hatibû ragihandin ku fîlm dê di roja dawîya sala 2020’ê de bikeve vîzyonê, lê tê texmînkirin ku ji ber pandemîya koronayê neketibû vîzyonê.

Belgefîlm, dema ku bikeve vîzyonê, dê bibe fîlmê dirêjtirîn/herî dirêj ê cîhanê û 30 rojan bidome ku bi awayekî rastîder û derasayî qala rêwîtiya feza û demê dike.

Onedio 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir