Fîlmê Jerzy Skolimowskî yê “EO” ji Polonyayê ji bo Oscarê weke berendam hate nîşandan

Xelatên Akademîyê bi navê din Xelatên Oscarê her sal ji aliyê Akademîya Huner û Zanistên Sînemayê ve li Amerîkayê tê lidarxistin û projeyên herî serketî yên cîhana sînemayê hildibêjere. Bernameya Oscarê wê di 12ê Adara sala 2023yê de cara 95emîn li Dolby Theatreya Los Angeles a Parêzgeha Californiayê li dar bikeve û dê ji fîlmên ku di sala 2022yê de ketine vîzyonê pêk were.

Enstîtûya Fîlman a Polonyayê ragihand ku fîlmê derhênerê navdar Jerzy Skolimowskî yê “EO” ji Polonyayê bûye berendamê Oscarê. Isabelle Huppert, Sandra Drzymalska û Lorenzo Zurzolo di fîlmê de weke serlîstikvan cih girtine. Seroka Komîteya Oscarê ya Polonyayê Ewa Puszczyńska di derbarê fîlmê “EO” de got, “EO fîlmekî xweş û tijî hest e. Dema ku hûn lê temaşe dikin, hûn dixwazin li dijî rewşa heyî ya cîhana nûjen tevbigerin.” Di meha Gulanê de ji fîlmê fragmana yekem hatibû weşandin.

Fîlmê “EO” bi hevparîya Polonya û Îtalyayê hate kişandin ku promîyera xwe ya cîhanê li Festîvala Fîlman a Cannesê kir. Fîlm, bi vegotineke çîrokane qala helwesta mirovan a li hemberî heywanan dike û ji çavên kerek rexneyî li jiyana modern dike ku li bernameya Cannesê bi fîlmê “The Eight Mountains” re Xelata Taybet a Jurîyê girtibû. Senaryoya fîlmê Jerzy Skolimowskî û Ewa Piaskowska bi hev re nivîsîne û ji fîlmê derhênerê mezin ê dîroka sînemayê Robert Bresson yê “Au Hasard Balthazar” (1966) îlhama xwe digire.

Derhêner, senarîst, çêker û lîstikvanê navdar ê sînemaya Polonyayê Jerzy Skolimowski di jiyana xwe ya sînemayê heta niha gelek fîlm kişandine û ji gelek festîvalên fîlman 31 xelat girtine. Sînemagerê hoste Skolimowski di sala 2015ê de bi fîlmê xwe yê bi navê “11 Minutes” re serî li 88emîn Xelatên Oscarê dabû, lê weke berendam nehatibû nîşandan.

Çavkanî: Deadline

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir