Fîlmê “Jules et Jim” bi jêrnivîsa Kurdî hate weşandin

Nivîskar û wergêrê kurd Brahîm Ronîzêr, fîlmê “Jules et Jim” (1962) yê derhênerê navdar ê dîroka sînemayê François Truffautî, ji bo Kurdîya Kurmancî bi navê “Jules û Jim” wergerand û ji bo sînemahezan li ser hesabê xwe yê Youtubeê weke jêrnivîsê/binnivîs weşandiye.

Fîlmê “Jules et Jim” ji romana xwejînenîgariyî ya wêjekarê fransiz Henri-Pierre Rocheyî ji bo perdeye spî hate kişandin. Senaryoya fîlmê François Truffautî bi xwe nivîsîye û di fîlmê de lîstikvanên navdar ên sînemayê; Jeanne Moreau, Oskar Werner, Henri Serre, Vanna Urbino, Marie Dubois dilîzin.

Derhêner, senarîst û çêkerê navdar ê Frensayî François Truffaut wekî sînemagerên Jean-Luc Godard, Agnès Varda, Éric Rohmer, Claude Chabrol û Jacques Rivette yek ji nûnerên herî serketî yên Pêla Nû yê Fransayê (Nouvelle vague) ye. 

Yek ji sînemagerên herî serketî yên dîroka hunera sînemayê François Truffaut li seranserê cîhanê bi fîlmên xwe yên; “Les Quatre Cents Coups” (1959), “Tirez sur le pianiste” (1960), “Antoine et Colette” (1961), “Jules et Jim” (1962), “La Peau douce” (1964) “Fahrenheit 451” (1966), “La Mariée était en noir” (1968), “Baisers volés” (1968), “La Sirène du Mississippi” (1969), “L’Enfant sauvage” (1969), “Domicile conjugal” (1970), “Les deux Anglaises et le continent” (1971), “Une Belle fille comme moi” (1972) “La naut” (1973), “La nuit Americaine” (1973), “L’histoire d’Adèle H.” (1975), “L’Argent da poche” (1976), “L’Homme qui aimait les femmes” (1977), “La Chambre verte” (1978),  “L’amour en fuite” (1979), “Le dernier Métro” (1980), “La Femme d’a côté” (1981), “Vivement dimanche!” (1983) ve tê naskirin. Derhênerê navdar di sala 1984ê de çû li ser dilovanîya xwe.

Derhênerekî li Pey Hêza Hêvîyê û Rengên Xeyalan: François Truffaut

Nivîskar û wergêr Brahîm Ronîzêr, heta niha fîlmên; “Sê Reng: Şîn” (1993), “Sê Reng: Spî” (1994) yên derhênerê mezin Krzysztof Kieślowskî, fîlmê “Roma Bajarê Vekirî” (1945) yê derhênerê mezin Roberto Rossellînî jî tê de ne, gelek fîlmên sînemayê ji bo Kurdîya Kurmancî wergerandine û li ser kanala Awirfilmê ya youtubeê weşandine. Di sala 2014ê de pirtûka wî ya bi navê “Korerê” (Weşanên Lîs) hatibû weşandin ku ji 19 çîrokên bi Kurdî pêk tê. Brahîm Ronîzêr, romanên; “Tîtirwask” (Yaşar Kemal, Weşanên Lîs), “Demsalek Li Hekarîyê” (Ferît Edgu, Weşanên Cervantes), “Di Keştîyekê De” (Ferît Edgu, Weşanên Cervantes) ji bo Kurdîya Kurmancî wergerand, helbestên gelek helbestvanan werdigerîne û hin çîrokên wî ji bo Tirkî hatin wergerandin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: