Fîlmê “Kardeşler” xelata “Fîlmê Herî Serketî” wergirt
Fîlmê “Kardeşler” (2018) yê Derhêner Omur Atayê di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Close Up Reykjavikê de xelata Fîlmê Herî Serketî wergirt. Serlîstikvanên fîlmê Yîgît Ege Yazar, Caner Şahîn ve Gozde Mûtluer in.
Fîlmê “Kardeşler” çêkirina hevbeş ên Elmanya û Îzlandayê ye. Kardeşler cara yekem 53’emîn Festivala Fîlman a Navneteweyî ya Karlovy Varyê de hatibû nîşandan û li dû jî di çarçoveya bernameya 25’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Edeneyê de hate nîşandan.
Omur Atay yek ji derhênerên fîlmê “Anlat İstanbul”ê (2005) ye.
Nûçe: Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com