Fîlmê “Kuolleet lehdet” ji alîyê FIPRESCIyê ve weke ‘Fîlmê Herî Serketî yê Salê’ hate hilbijartin

Fîlmê derhênerê navdar Akî Kaurîsmäkîyî yê “Kuolleet lehdet” (Fallen Leaves, 2023) ji alîyê Federasyona Rexnegirên Fîlman a Navneteweyî (FIPRESCI) ve weke ‘Fîlmê Herî Serketî yê Salê’ hate hilbijartin.

“Kuolleet lehdet” yek ji fîlmên balkêş ên 2023yê ye û ji Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê ‘Xelata Taybet a Jurîyê’ girt. Fîlmê dawî yê Akî Kaurîsmäkîyî, bi dengên 669 endamên FIPRESCIyê ve weke ‘Fîlmê Herî Serketî yê Salê’ hate hilbijartin û xelata mezin a FPRESCIyê wê di 22yê Îlonê de li şeva destpêkê ya Festîvala Fîlman a San Sebastianê de bê dayîn. Fîlmên “The Banshees of Inisherin” (der: Martin McDonag û “Tar” (Todd Field) jî di nava sê fîlmên finalîst de cî girtin.

Derhênerê Fînlendayî Akî Kaurîsmäkî bi fîlmê xwe yê “Other Side of Hope” (2017) re jî ji FIPRESCIyê xelat girtibû.

Fîlmê “Kuolleet lehdet” li ser derdê debarê û tenêtîyên Ansa û Holappayî disekine. Holappa karkerê avahîyê ye û Ansa di marketeke mezin de dixebite. “Kuolleet lehdet” fîlmê dawîn yê rêzeya çîna karkeran e. Fîlmên din ên rêzeya çîna karkeran ji fîlmên “Shadows in Paradise” (1986), “Ariel” (1988), “The Match Factory Girl” (1990) pêk tê.

Çavkanî: Film Hafızası

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: