Fîlmê “Kûsî Jî Dikarin Bifirin” wê li Dîlokê bê nîşandayîn
Komeleya Nar Sanatê ji ber 20ê Pûşberê Roja Penaberan a Cîhanê li Dîlokê nîşandanên fîlman li dar dixe û bal dikişîne li ser jiyan û çîrokên penaberan.
Di çarçoveya bernameya “Bêcih û Bêwar”ê ya meha Pûşberê de 4 fîlmên sînemayê hatibûn eşkerekirin. Fîlmê bi Kurdî “Kûsî Jî Dikarin Bifirin” (2004) yê derhênerê navdar ê kurd Behmen Qubadî di 24ê Pûşberê de (îro) derdikeve li pêşberî sînemehezan. *Saet: 20:00
Di navbera 3, 10-17ê mehê de fîlmên “Baran” (Der: Mecîd Mecîdî, 2001) û “Eternity and a Day” (Der: Theodoros Angelopoulos, 1998), “Dogville” (Lars Von Trier, 2003) hatin nîşandan.
Hat ragihandin nîşandanên fîlman ên servekirî bêpere ne.
Ji bo agahî: Nar Sanat Antep
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com