Fîlmê “La Commare Secca” jî êdî bi Kurdî ye

Nivîskar û wergêrê kurd Brahîm Ronîzêr gelek fîlmên klasîk ên hunera sînemayê ji bo Kurdîya Kurmancî werdigerîne û li ser kanala xwe ya Youtubeê weke jêrnivîs diweşîne. Brahîm Ronîzêr herî dawî, fîlmê derhênerê navdar ê Îtalyayî Bernardo Bertoluccî yê “La commare secca” (The Grim Reaper, 1962), ji bo Kurdîya Kurmancî bi navê “Gotegota Qels”ê wergerandiye û li ser platforma Youtubeê weke jêrnivîsê/binnivîs parve kiriye.

Çîroka fîlmê ji aliyê Pier Paolo Pasolini û Sergio Citti ve hatiye nivîsîn û tê de lîstikvanên wekî; Marisa Solinas, Allen Midgette, Giancarlo De Rosa, Alfredo Leggi lîstine.

Nivîskar û wergêr Brahîm Ronîzêr, heta niha fîlmên; “Sê Reng: Şîn” (1993), “Sê Reng: Spî” (1994) yên derhênerê mezin Krzysztof Kieślowskî, fîlmê “Roma Bajarê Vekirî” (1945) yê derhênerê mezin Roberto Rossellînî jî tê de ne, gelek fîlmên sînemayê ji bo Kurdîya Kurmancî wergerandine û li ser kanala Awirfilmê ya youtubeê weşandine. Di sala 2014ê de pirtûka wî ya bi navê “Korerê” (Weşanên Lîs) hatibû weşandin ku ji 19 çîrokên bi Kurdî pêk tê. Brahîm Ronîzêr, romanên; “Tîtirwask” (Yaşar Kemal, Weşanên Lîs), “Demsalek Li Hekarîyê” (Ferît Edgu, Weşanên Cervantes), “Di Keştîyekê De” (Ferît Edgu, Weşanên Cervantes) ji bo Kurdîya Kurmancî wergerand, helbestên gelek helbestvanan werdigerîne û hin çîrokên wî ji bo Tirkî hatin wergerandin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: