Fîlmê “Leave the World Behind” dê li 37emîn AFI Festê bê nîşandayîn
Enstîtuya Fîlman a Amerîkayê ragihand ku fîlmê platforma dîjîtal a Netflixê yê “Leave the World Behind” di 25ê Cotmehê de dê li bernameya 37emîn AFI Festê (Los Angeles) weke fîlmê destpêkê bê nîşandayîn.
“Leave the World Behind” ji alîyê Sam Esmail hate kişandin û senaryoya fîlmê Rumaan Alam û Sam Esmail bi hev re nivîsandine. Fîlm, ji romana Rumaan Alamî ya bi heman navê hatiye kêşandin, li ser dramayeke malbatî disekine.
Malbatekê ji bo betlaneyeke aramdar, li Long Islandê maleke kirê dikin û lê danê êvarê xwedanên malê tên li ber derî. Dibêjîn, li New Yorkê ji ber vebirana ceyranê jiyan sekinîye û ji ber vê yekê ew bi mecbûrî vegeriyane li malê. Gelo gotinên xwedanên malê rast in? Bersivên hin pirsan meraq dikin. Lîstikvanên wekî; Julia Roberts, Ethan Hawke, Mahershala Ali, Kevin Bacon, Myha’la Herrold, Farrah MacKenzie di fîlmê de lîstine.
Serokê Enstîtûya Amerîkayê Bob Gazzale daxuyanîyeke da û got “Sam Esmaîl dengekî sereke ye di nava nifşê nû yê çîrokbêjên sînemayê de û em pê serbilind in ku fîlmê wî yê nû, promîyera xwe dê li AFI FESTê bike. Esmaîl ji Dibistana Muzîkê (konservatuar) ya AFIyê mezûn bûbû, ji ber vê yekê ev serkeftina ku him bihêz û him jî kûr e, serbilindiya em lê pîroz dikin zêdetir dike.”
Fîlmê “Leave the World Behind” promîyera xwe ya cîhanê dê li bernameya 37emîn AFI Festê ya Enstîtuya Fîlman a Amerîkayê bike û wê di 8ê Berfanbara 2023yê de jî bikeve vîzyonê.
Çavkanî: Beyaz Perde
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com