Fîlmê “Lightyear” bi hinceta karakterên hevzayendî li 14 welatan hate qedexekirin

Fîlmê anîmasyonê “Lightyear” bi hinceta karakterên hevzayendî li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Kuwêt, Malezya, Erebistana Seûdîyê li salonên sînemayan hate qedexekirin.

Li gorî nûçeyên ku di malperên Gazete Duvarê û Webteknoyê de cih digirin, fîlmê “Lightyear” bi hinceta karakterên hevzayendî li 14 welatan hate qedexekirin. Wezareta Ciwantî û Çandê ya Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî li ser Twittirê ragihandiye, ji ber ku fîlmê “Lightyear” standarda naveroka medyayê ya welatê ihlal kiriye, destûr ji bo lîsansa nîşandanê nayê dayîn. Piştî vê agahiyê, rayederekî MEYyê daxuyanî li Reutersê daye û gotiye, fîlm ji ber hin sehneyên ku tê de karakterên hevzayendî hene hatiye qedexekirin. Li MEYê têkiliyên hevzayendî weke sûc tê hesibandin.

Hate ragihandin ku fîlmê “Lightyear” li Erebistana Seûdîyê jî bi hinceta sehneyên ku “Karakterên hevzayendî hev maç dikin” li salonên sînemayan qedexe kirine.

Fîlmê anîmasyonê “Lightyear”, Kuwêt, Malezya û Çîn jî tê de bi tevahî li gelek welatên Rojhilata Navîn û Asyayê li sînemayan dê neyê nîşandan û hatiye qedexekirin.

Fîlmê “Lightyear” ji rêzeya Toy Storyê îlhama xwe digire û li ser çîroka Buzz Lightyearê disekine. Di fîlmê de lîstikvan Chris Evans dengê xwe dide li karekterê “Buzz”ê û lîstikvan Uzo Aduba dengê xwe dide li karektera “Alisha Hawthorne”yê.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: