Fîlmê Lutfu Îrdemî yê “Pîrebok” wê li Amedê bê nîşandayîn

Fîlmê derhênerê kurd Lutfu Îrdemî yê “Pîrebok” di çarçoveya bernameya Wêjegeh Amedê ya Rêbendanê de wê li Amedê bê nîşandayîn.

Bernameya Wêjegeh Amedê ya meha Rêbendanê hate eşkerekirin û yekem fîlmê metrajdirêj ê derhêner Lutfu Îrdemî yê “Pîrebok” wê di dîroka 6ê Rêbendanê de li çarçoveya bernameya Wêjegeh Amedê ya Rêbendanê, li Amedê bê nîşandayîn. Fîlmê “Pîrebok” bi Zazakî hate kişandin û ji 9emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê ‘Xelata FIPRESCI’yê girtibû. Piştî nîşandayîna fîlmê, dê bi beşdarîya Roza Erîzîn û Mahsum Çîçekî li ser sînemayê hevpeyvîneke jî çêbibe.

Di bernameyên Wêjegeh Amedê çalakîyên wêjeyî, çandî, hunerî cih digirin. Di bernameya meha Rêbendana 2023yê de çalakîyên hevpeyvînan hatine amadekirin. Nivîskarên kurd Îbrahîm Xort, Kristin Ozbey, Yucel Kayiran dê di rojên gotûbejên “Roja Nivîskar” de, akademîsyenên Sîren Çelîk û Suna Cagaptay di beşa “Kargeha Çandê” de bibin mêvan.

Ji bo agahî û bername:

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: