Fîlmê Mano Xelîl dê li Festîvala Fîlman a Zagrebê bê nîşandan

Fîlmê “Cîran” (Neighbours) ku ji aliyê derhênerê kurd Mano Xelîl ve hatiye nivîsandin û kişandin wê di çarçoveya bernameya 20emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Zagreb a Xirvatistanê bê nîşandan û dê ji bo Xelata Temaşevanan bikeve pêşbaziyê.

20emîn Festîvala Fîlman a Zagreb a Xirvatistanê îsal di navbera 20ê Pûşberê û 7ê meha Tîrmehê de li dar dikeve. Li festîvalê fîlmê “Cîran” yê derhênerê kurd Mano Xelîlî jî derdikeve li pêşberî sînemahezan.

Mano Xelîl ji malpera Rûdawê re axaft û got fîlmê wî yê nû “Cîran” dê di beşa Xelata Temaşevanan de were nîşandayîn. Cîran, qala çîroka zarokekî kurd dike û mijara fîlmê di salên 1980an de li gundekî sînorê yê Rojavayê Kurdîstanê diqewime. Di fîlmê de lîstikvanên kurd, ereb û yên neteweyên din cih digirin.

Fîlmê “Cîran” heta niha beşdarî li gelek festîvalên fîlman bûye û ji gelek festîvalan xelat girtine. Di sala 2021ê de li bernameya Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Gongwon-do a Koreyê Xelata Fîlmê Baştirîn û Xelata Fîlmê Baştirîn ê Swîsreyê girtibû.

Derhênerê Qamişloyî Mano Xelîl li Zankoya Şamê ya Sûriyeyê di beşa Dîrok û Mafê de xwendiye, lê dest ji xwendinê berdaye û di sala 1986an de çûye li Çekoslovakyayê û li wir li Akademiya Sînemayê xwendiye ku mamosteyê wî derhênerê navdar Stanislav Párnicky bû. Derhêner Mano Xelîl piştî qedandina Akademiya Sînemayê, bawernameya masterê di derhêneriya sînema û televizyonê de wergirtiye. Bi heft zimanan dizane, di navbera salên 1990-1992an de di gelek fîlmên sînemayê de weke lîstikvan cih girtine. Mano Xelîl Xelîl ji zêdetirî 1000 hevpeyvîn kirine û reklamên televîzyonê kişandine, herwiha rêveberîya wênekêşîya serbixwe ji bo fîlmên metraj dirêj û belgefîlman dike. Derhêner ji sala 1996ê û bi vir de li Swîsretê jiyana xwe didomîne û heta niha nêzîkî 20 fîlman kişandine, ji gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî xelat girtine.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir