Fîlmê “Nope” di dawîya hefteyê de li DYAyê bû yekemîn

Daneyên dawîya hefteyê yên vîzyonê hatin eşkerekirin ku fîlmê “Nope” li gîşeyên Amerîkayê bû yekemîn. Li gorî daneyên ku 22-24ê Tîrmehê, fîlmê derhêner Jordan Peele yê “Nope” li sînemayên DYAyê bû yekemîn û bi tevahî 44 milyon dolar qezenc kiriye. Fîlmê nû, bi cureya tirsê hatî kişandin û tê de lîstikvanên wekî; Daniel Kaluuya, Keke Palmer û Steven Yeun cih digirin. Senaryoya fîlmê “Nope” jî Jordan Peele bi xwe nivîsandiye.

Top 5 a Dawîya Hefteyê ya Amerîkayê:

  1. Nope | 44 milyon dolar
  2. Thor: Love and Thunder | 22 milyon dolar
  3. Minions: The Rise of Gru | 17.7 milyon dolar
  4. Where the Crawdads Sing | 10.3 milyon dolar
  5. Top Gun: Maverick | 10 milyon dolar

Çavkanî: Sinefesto

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: