Fîlmê nû yê Francis Ford Coppola wê bi Teknolojîya Sehneya Dengan ya LEDê bê kişandin

Derhênerê hoste û xelatgirê Oscarê Francis Ford Coppola dest bi fîlmê xwe yê bi navê “Megalopolis” kir û fîlmê wî yê nû wê bi Teknolojîya Sehneya Dengan ya LEDê bê kişandin. Fîlm, di heman demê de dê bibe yekem filmê metrajdirêj ku li ser sehneya dengan a LEDê ya li Prysm Stages hatî kişandin.

Fîlmê “Megalopolis” li Stûdyoya Prysm Stagesê ya Trilithê li Atlantaya Georgiayê tê kişandin û Coppalo wê ji bo fîlmê bi riya Pargîdanîya Virtual Studiosê produksîyona sanal bikar bîne. Hate ragihandin ku di fîlmê de dê teknîkên nû yên hêj nehatine dîtin bên bikaranîn. Tê texmîn kirin ku derhêner ji bo kişandina fîlmê nû ji berîka xwe ji zêdetirî 120 milyon dolar xerc kiriye.

Derhêner Francis Ford Coppola ji bo fîlmê “Megalopolis” dibêje ev fîlm “Projeya xiyala min e”. Dîroka vîzyonê ya fîlmê hêj nediyar e.

Çavkanî: Film Hafızası

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: