Fîlmê nû yê rêzeya “Mad Max”ê qala kîjan serdemê dike?

Pargîdanîya fîlman a navdar Warner Brosê li ser mijar û serdama fîlmê nû yê rêzeya “Mad Max”ê daxuyaniyeke weşand. Fîlmê nû yê “Furiosa” ji derhêner George Miller ve tê kişandin ku dê di sala 2024ê de derbikeve li pêşberî sînemehazan.

Di sê fîlmên ewil ên rêzeya Mad Maxê (1979-1985) de lîstikvanê navdar Mel Gibson di rola Mad Max de lîstin. Di fîlmê nû yê bi navê “Mad Max: Fury Road”ê (2015) de lîstikvan Tom Hardy bi rola Mad Maxî û lîstikvan Charlize Theron bi rola Furiosayê derketin li pêşberî temaşevanên sînemayê. Mijara fîlmê di cîhaneke post-apokalîptîk de diqewime, qala şerên li dijî çeteyên xerab dike û serlîstikvanên fîlmê alîkarîya kesên ku dixwazin bijîn dikin.

“Mad Max: Fury Road” yek ji fîlmên aksiyonê yên herî serketî yên hemû deman tê qebûlkirin û di 6 beşan de Xelata Oscarê (Akademî) girtin. Pargîdanîya fîlman a Warner Brosê eşkere kir û di daxuyanîyê de hate gotin ku dest bi kişandina fîlmê nû yê “Furiosa”yê kirine û serlîstikvana fîlmê Anya Taylor-Joy e. Fîlmê nû “Mad Max: Furiosa” wê qala ciwantîya Furiosayê bike û di fîlmê de lîstikvan Chris Hemsworth jî cî digire.

Hate ragihandin, fîlmê “Mad Max: Furiosa” dê di nava sala 2024ê de bikeve vîzyonê.

Çavkanî: Beyaz Perde 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: