Fîlmê nû yê Tom Hanksî di 13ê Rêbendanê de dikeve vîzyonê

Lîstikvanê navdar ê sînemayê Tom Hanks bi fîlmê xwe yê nû ji nû ve derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê. Fîlmê derhêner Marc Forster yê bi navê “A Man Called Otto” di 13ê meha Rêbendana 2023yê de dikeve vîzyonê ku tê de lîstikvanên sînemayê yên Tom Hanks, Rachel Keller û Manuel Garcia-Rulfo weke serlîstikvan lîstine.

“A Man Called Otto” ji romana bandorker a Fredrik Backman ya bi heman navê ji bo perdeya spî lê hatiye anîn ku çîroka mêrekî tenê dijî tîne li ber perdeya sînemayê. Senaryoya fîlmê senarîstê navdar David Magee nivîsîye û bi çêkerîya Rita Wilson, Tom Hanks, Gary Goetzman û Fredrik Wikström Nicastro ve hate kişandin. Marc Forster, Renée Wolfe û David Magee di fîlmê de bûn çêkerên rêveber.

Ji fîlmê “A Man Called Otto” fragmanên nû û afîşa yekem hatin weşandin ku dê di 13ê Rêbendana 2023yê de li DYAyê bikeve li pêşberî sînemahezan. Fîlm, di dîroka 25ê meha Berfanbarê de ketiba vîzyonê lê dîroka vîzyonê hate bi paş ve xistin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir