Fîlmê “Okul Tıraşı” di 17ê Pûşberê de dikeve vîzyonê
“Okul Tıraşı” fîlmê dawî yê derhênerê kurd Ferît Karahanî ye û hate ragihandin dê di 17ê Pûşberê de li salonên sînemayan bikeve vîzyonê.
Fîlmê “Okul Traşı” (2021), çîrokên xwendekarên Kurd ên li xwendingeha bi şevborînê dimînin tîne li ber perdeya spî. Fîlm, heta niha di çarçoveya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û ji bernameyên festîvalên fîlman ên Porteqela Zêrîn û Panoramaya Balkanê di gelek beşan de xelat girtin.
Derhênerê fîlmê Ferît Karahan li ser instagrama xwe ragihand ku fîlmê wî yê nû, di 17ê Pûşberê de li salonên sînemayan dikeve vîzyonê. Di “Okul Tıraşı”yê de lîstikvanên wekî; Ekîn Koç, Mahîr Îpek, Samet Yildiz, Cansû Firinci, Melîh Selçûk jî dilîzin û senaryoya fîlmê Ferît Karahan, Gûlîstan Acet bi hev re nivîsandine.
Ferîd Karahan bi gelek fîlmên xwe yên wekî “Derbûyîna Ji Bihûştê” (Cennetten Kovulmak, 2013), “Yusuf’un Rüyası” (Yusiv’s Dream, Kurtefîlm, 2011) Beriya Tofanê (Tufandan Önce, kurtefîlm, 2010) ve tê naskirin û di fîlmên “Press” (2009) û “Sen Olmak” de jî weke alîkarê derhêner xebitibû.
Ji bo agahîyên vîzyonê yên fîlmê: https://www.instagram.com/karahan.ferit/
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com