Fîlmê “Oppenheimer” promîyera xwe li Parîsê kir
Fîlmê derhênerê navdar Christopher Nolanî yê “Oppenheimer” du roj berê, promîyera xwe li sînemaya Grand Rexê ya Parîsê kir û elqeyeke mezin dît. “Oppenheimer” bi beşdarîya lîstikvanên Cilian Murphy, Emily Blunt, Matt Damon, Robert Downey Jr û Jason Clark ve hate nîşandayîn.
“Oppenheimer” di salên 1940an de derbas dibe û qala çîroka fîzîknasê Amerîkayî J. Robert Oppenheimerî dike ku serokê Projeya Manhattanê û pêşengê çêkirina bombeya atomê bû. Derhêner Nolan di hevpeyvîneke xwe de ragihandibû, di produksiyona fîlmê de wan bêyî efektên CGIyê yekem teqîna çeka nukleerê pêk anîne.*
Fîlmê, dê li bajarên London, New Yorkê bê nîşandayîn û wê di dîroka 21ê meha Tîrmehê de jî li hemû cîhanê bikeve vîzyonê. Fîlm, ji romana bi navê ‘American Prometheus: The Triumph and Tragedy of J. Robert Oppenheimer’ yên Kai Bird û Martin J. Sherwinî ji bo perdeya spî hate kêşandin ku xelata Pulitzerê girtibû. Lîstikvanên sînemayê yên Cillian Murphy, Cillian Murphy, Emily Blunt, Robert Downey Jr di fîlmê de weke serlîstikvan cî digirin
Sala par ji fîlmê “Oppenheimer”ê afîş û wêneyên nû hatibûn weşandin ku têde ji bilî lîstikvanên Cillian Murphy, Robert Downey Jr, Emily Bluntê, lîstikvanên wekî Florence Pugh, Rami Malek, Benny Safdie, Matt Damon, Gary Oldman, Dane DeHaan, Josh Hartnett, Kenneth Branagh û Jack Quaid, Matthew Modine, Dylan Arnold, David Krumholtz, Alden Ehrenreich, David Dastmalchian, Olli Haaskivi, Jason Clarke, James D’Arcy, Michael Angarano, Guy Burnet, Danny Deferrari, Josh Peckû Alex Wolff jî lîstine.
Derhênerîya dîmen ê fîlmê “Oppenheimer” Hoyte Van Hoytema kiriye û Jennifer Lame di fîlmê de weke pevxistiner cih girtiye. Muzîkên fîlmê jî ji aliyê Ludwig Göransson ve hatine çêkirin.
Sînemagerê hoste Christopher Nolan li seranserê cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî Batman, Interstellar, Memento, Inception, The Prestige, Dunkirk, Tenet ve tê naskirin.
“Oppenheimer” di heman demê de fîlmê herî dirêj ê Christopher Nolanî ye û bi nêzîkî sê saetan didome. Fîlm, bi formata fireh a 65mm ya IMAXê hatiye kêşandin û hin beşên wî ji dîmenên analog ên reş-spî dihewîne.
Çavkanî: Film Hafızası
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com