Fîlmê “Oppenheimer” wê di Tîrmeha 2023yê de bikeve vîzyonê

Derhênerê navdar Christopher Nolan bi fîlmê xwe yê “Oppenheimer” re derdikeve li pêşberî temaşevanên xwe. Ji fîlmê fragmana yekem hate weşandin û hate ragihandin ku dê di 21ê Tîrmeha sala 2023yê bikeve vîzyonê.

“Oppenheimer” ji romana bi navê ‘American Prometheus: The Triumph and Tragedy of J. Robert Oppenheimer’ yên Kai Bird û  Martin J. Sherwinî ji bo perdeya spî hate kêşandin. Roman xelata Pulitzerê girtibû. Çend roj berê ji fîlmê afîş û wêneyên nû hatibûn weşandin ku têde Cillian Murphy, Emily Blunt, Robert Downey Jr weke serlîstikvan lîstine.

Fîlmê “Oppenheimer” qala çîroka fîzîknasê Amerîkayî J. Robert Oppenheimerî dike ku serokê Projeya Manhattanê û pêşengê çêkirina bombeya atomê bû. Derhêner Nolan di hevpeyvîneke xwe de ragihand ku di produksiyona fîlmê de wan bêyî efektên CGIyê yekem teqîna çeka nukleerê pêk anîne.

Ji bilî Cillian Murphy, Robert Downey Jr, Emily Bluntê, lîstikvanên wekî Florence Pugh, Rami Malek, Benny Safdie, Matt Damon, Gary Oldman, Dane DeHaan, Josh Hartnett, Kenneth Branagh û Jack Quaid, Matthew Modine, Dylan Arnold, David Krumholtz, Alden Ehrenreich, David Dastmalchian, Olli Haaskivi, Jason Clarke, James D’Arcy, Michael Angarano, Guy Burnet, Danny Deferrari, Josh Peckû Alex Wolff jî di fîlmê de cih digirin.

Derhênerîya dîmen ê fîlmê “Oppenheimer” Hoyte Van Hoytema kiriye û Jennifer Lame di fîlmê de weke pevxistiner cih girtiye. Muzîkên fîlmê jî ji aliyê Ludwig Göransson ve hatine çêkirin.

Sînemagerê hoste Christopher Nolan li seranserê cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî Batman, Interstellar, Memento, Inception, The Prestige, Dunkirk, Tenet ve tê naskirin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir