Fîlmê pêncemîn ê “Indiana Jones”ê wê di Pûşbera 2023yê de bikeve vîzyonê
Fîlmê pêncemîn ê rêzeya “Indiana Jones”ê bi çalakîya nîşandayîna yekem fragmanê li Comic Con Experienceyê ya Brezîlyayê hate nasandin ku wê di Pûşbera 2023yê de bikeve vîzyonê. Ji fîlmê fragmana yekem û wêneyên ewil hatin weşandin. Senaryoya fîlmê Jez Butterworth, John-Henry Butterworth, Philip Kaufman bi hev re nivîsîne.
“Indiana Jones and the Dial of Destiny” ji aliyê derhêner James Mangold ve hate kişandin û têde lîstikvanên wekî Phoebe Waller-Bridge, Antonio Banderas, John Rhys-Davies, Shaunette Renee Wilson, Thomas Kretschmann, Toby Jones, Boyd Holbrook, Oliver Richters, Ethann Isidore û Mads Mikkelsen jî digirin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com