Fîlmê pevxistina zanistî “65” wê di 17ê Adara 2023yê de bikeve vîzyonê

Fîlmê pevxistina zanistî “65” ji aliyê Scott Beck û Bryan Woods ve hate kişandin û diçe 65 milyon sal berê. Senaryoya fîlmê Bryan Woods û Scott Beck bi hev re nivîsîne ku têde Adam Driver, Ariana Greenblatt, Nika King, Chloe Coleman weke serlîstikvan lîstine.

“65” bi çêkerîya Sam Raîmî ve hatiye kêşandin ku mijara fîlmê 65 milyon sal berê, îro derbas dibe. Di fîlmê de Milss (Adam Driver) kaptanê keştîya asmanî ye û 35 rêwîyên fezayê dibe li gerstêrkekê. Lê piranîya rêwîyên keştîyê ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest didin û keştî dikeve li gerstêrkeke nenasber. Lêbelê cihê ku ew lê ketine herêmeke cîhanê ye, cîhana 65 milyon sal berê. Ew ji bo ku sax bimînin dikevin têkoşîneke dijwar.

Hate ragihandin ku fîlmê nû dê di dîroka 17ê Adara 2023yê de bileve vîzyonê û hefteya borî ji fîlmê fragmana yekem hatibû weşandin.

Lîstikvanê navdar Adam Driver bi fîlmên xwe yên wekî; The Last Duel, House of Gucci, Paterson, Annette, White Noise ve tê naskirin û di sala 2015ê de di fîlmê pevxistina zanistî yê “Star Wars: Episode VII – The Force Awakens”ê de cih girtibû. Herwiha, fîlmên din ên Driverî yên “Megalopolis” û Ferrari jî dê di sala 2023yê de derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir