Fîlmê Pevxistina Zanistî/Fezayî “Aliens”
Di fîlmê duyemîn a rêzeya “Alien”ê de, peywirdara keştiya fezayê serpel Ellen Ripley piştî bobelata ku li Nostromoyê qewimîbû, li cîhanê tê hişyarkirin û li nexweşxanê dibêjin ku li ser vê bûyerê ji zêdetirî 50 salan derbas bûye.
Piştî demekê agahiyan tên, li gerstêrka Nostromoyê ku mirovan têde dijîn û afirandîyan kolonî avakirine û ji mêj ve ji kolonî xeber nayê.
Serpel Ellen Ripley û koma wê ji bo rizgarkirina mirovan û vekolandina vê bûyerê derdikevin rêwîtiyeke fezayê.
Fîlmê pevxistina zanistî/fezayî “Aliens” yek ji fîlmên herî serketî û bandorker ên dîroka sînemayê ye ku li Xelatên Akademiyê di 7 beşan de weke berendam hatiye nîşandan û xelatên Efekta Dîmen a Herî Serketî û Efekta Deng a Herî Serketî girtine.
“Aliens” (1986) / Derhêner: James Cameron û Senaryo: James Cameron, Walter Hill, Ronald Shusett, Dan O’Bannon, David Giler
Nivîs: Rûmet Med