Fîlmê “Pîrebok” dê li Mêrdînê bê nîşandayîn
Yekem fîlmê metrajdirêj ê derhêner û wênekêşê kurd Lutfu Îrdemî yê “Pîrebok” dê di 23yê Tîrmehê de bi beşdarîya derhênerî li Şaneşînê (Mêrdîn) bê nîşandayîn. Destpêka nîşandayînê: 20.00
Fîlmê bi Zazakî “Pirebok” ji 9emîn Festîvala Fîlman a Duhokê ‘Xelata Federasyona Navnetewî ya Rexnegirên Fîlman (FIPRESCI)’ û ji Festîvala Fîlmên Serbixwe ya Berlînê (2023) ‘Xelata Derhênerîya Yekem a Herî Serketî’ û li bernameya Xelatên Fîlmên Hunerî ya Sofyayê ‘Xelata Herî Serketî ya Hunera Mansîyon’ê girtin.
“Pîrebok” ji aliyê pargîdanîya fîlman a Lands of Cinema ve tê belavkirin û di çarçoveya bernameya Wêjegeh Amedê ya Rêbendanê de li Amedê hatibû nîşandayîn. Fîlm, herî dawî li Sofia Art Film Awardsê xelata Fîlmê Sêwirî yê Herî Serketî/Mansiyonê girt. Derhêner Lutfu Îrdem bi kurtefîlmên xwe yên “Cênîya Nêeysayî” (2016) û Fotografçi” (2018) ve tê naskirin û beşdarî li gelek festîvalên fîlman bû.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com