Fîlmê “Sabirsizlik Zamani” di 18ê Mijdarê de dikeve vîzyonê

Fîlmê derhêner, lîstikvan, şanoger û helbestvanê kurd Aydin Orak yê “Sabırsızlık Zamanı” (Dema Bêsebrî/Time Of Impatience, 2021), heta niha di çarçoveya bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de derket li pêşberî sînemahezan û xelat girtin.

Piştî nîşandayîna festîvalên fîlman, “Sabirsizlik Zamani” di dîroka 18ê meha Mijdarê de dikeve vîzyonê. Senaryoya fîlmê Aydin Orak bi xwe nivîsîye.

Mijara fîlmê “Sabırsızlık Zamanı” li Amedê derbas dibe û çîroka jiyana du birayên ku li taxeke xizan dijîn tîne li ber perdeya sînemayê. Du bira dixwazin û têdikoşin ku bikevin hewza sîteya luks a li nêzîkî taxa wan e. Mîrza Zarg, Mîrhat Zarg, Pelîn Batû, Iştar Gokseven, Ferîde Çetîn, Alî Seçkîner Alici û Rıza Sonmez di fîlmê de lîstine.

Aydin Orak kî ye?

Derhêner, şanoger, lîstikvan, çêker û helbestvanê kurd Aydin Orak ji Mêrdînê ye û ji sala 2000î û bi vir de lîstikvanîya şano û sînemayê dike. Klasîkên wêjeya cîhanê ji bo Kurdîya Kurmancî wergerandine û lîstikên wî yên şanoyê bi salan li seranserê cîhanê hatin lîstin, bi lîstika “Araf”ê Xelata Lîstika Tenê Kesekî ya Baştirîn girt. Çar pirtûkên wî yên li ser şanoyê hene û heta niha kurtefîlm, belgefîlm û metrajdirêj ên wî li bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî hatin nîşandan û di gelek beşan de xelat girtin. Heman demê de di fîlmên sînemayê de weke lîstikvan cih girt.

Aydin Orak, bi fîlm û belgefîlmên xwe yên wekî “Bêrîvan” (2010), “Mûsayê Bê Asa” (Asasız Musa, 2014), “Cewher” (Essence, 2016), “Yaşar Kemal Efsanesi” (Efsaneya Yaşar Kemal/The Legend Of Yaşar Kemal, 2018), “Daha İyi Yenil” (Fail Better, 2020) ve tê naskirin. Orak, heta niha gelek kurtefîlm kişandine û di di fîlmên sînemayê de xebitîne. Derhêner li ser projeya fîlmê “İnsan Makinesi” (Human Machine) dixebite.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir