Fîlmê “Saint Omer” ji Frensayê ji bo Xelatên Oscarê weke berendam hate nîşandan
Fîlmê derhêner Frensayî Alice Diop ê “Saint Omer” ji Frensayê ji bo Xelatên Akademîyê (Oscar) weke berendam hate hilbijartin. Fîlm, dê di beşa Fîlmê Herî Serketî ya Navneteweyî de bikeve pêşbazîyê.
“Saint Omer” qala jiyana jineke Senegalî dike ku bi kuştinê hatiye sûcdarkirin û romanûseke ducanî beşdarî li danişîna dadgeha wê dibe. Fîlm, li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê hate nîşandan û Xelata Jurîya Mezin a Şêrê Zîvîn û Xelata Fîlmê Yekem a Luigi De Laurentisê girtin.
Çavkanî: Deadline
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com