Fîlmê Şewket Emîn Korkî yê “Ezmûn” li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê Xelata Pevxistina Herî Serketî girt

13emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (LKFF) îsal di navbera dîrokê 23-30ê meha Îlonê de hate lidarxistin û xelatên festîvalê diyar bû. Li bernameya festîvalê, derhênerê navdar ê kurd Şewket Emîn Korkî bi fîlmê xwe yê “Ezmûn” re Xelata Fîlmê Pevxistinê ya Herî Serketî (Metrajdirêj) girt û Korkî ragihand ku xelata xwe ji bo bîranîna Jîna Mahsa Emînî girtiye.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê piştî navberekê ji nû ve rûbirû derket li pêşberî sînemahezan û li festîvalê bi tevahî 31 fîlm hate nîşandayîn û hunermenda Freansayî Elénore Fourniau di şeva galayê de konsereke da. Du panelên li ser sînemaya Kurdî û workshopek hatin amadekirin ku tê de derhênerên kurd Şewket Emîn Korkî, Mano Xelîl, Mehmet Alî Konar, Engîn Sûstam dê li ser sînemayê axaftin. Derhênerê kurd Şewket Emîn Korkî bi fîlmê xwe yê Ezmûn/The Exam re ji festîvalê Xelata Fîlmê Metrajdirêj ê Herî Serketî ya Roja Zer (Fîlmê Pevxistinê) girt.

Fîlmên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê îsal di 7 beşan de tên xelatkirin û li 3 sînemayên Londonê derketin li pêşberî temaşevanan. Di beşa Pevxistina Herî Serketî ya festîvalê de Serhat Karsaalan, Qila Gil, Azîz Capkurt û Pauline Tucoulet weke endamên jurîyê cih girtin û fîlmê Şewket Emîn Korkî yê “Ezmûn” li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê Xelata Pevxistina Herî Serketî girt. Veysî Altay, Rêber Dosky, Vida Salehî û Nikola Ivanovski di beşa belgefîlman de bûne endamên jurîyê û fînalîstên vê beşê hilbijartine. Fîlmên xelatgir ên pêşbazîyên festîvalê dê li ser hesabên medyaya civakî yên festîvalê bêne eşkerekirin.

Ji bo agahî û bernameya festîvalê:

Çavkanî: London Kurdish Film Festival

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir