Fîlmê “The Boy and the Heron” dê di dawîya sala 2023yê de li seranserê cîhanê bikeve vîzyonê

Derhênerê navdar ê Japonyayî Hayao Mîyakazî, li cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî “My Neighbor Totoro”, “Spirited Away” û “Princess Mononoke” ve tê naskirin. Hate eşkerekirin ku fîlmê Hayao Mîyakazî yê bi navê “Kimitachi wa Do Ikiruka” (The Boy and the Heron) dê di dawîya sala 2023yê de li seranserê cîhanê bikeve vîzyonê.

Navê bi îngilîzî fîlmê anîmasyonê weke “How Do You Live” hatibû eşkerekirin, lê navê îngilîzî yê fîlmê weke “The Boy and the Heron” hate guhartin. Derhênerê hoste Hayao Mîyakazî piştî 10 deh salan bi fîlmê metrajdiêj ê xwe re ji nû ve derdikeve li pêşberî temaşevanên xwe û senaryoya fîlmê jî derhêner bixwe nivîsîye. Fîlmê anîmasyonê, bi çêkerîya Suzukî Toshioyî û li Stodi Ghibliyê hatiye kêşandin. Muzîkên “The Boy and the Heron” jî ji alîyê Joe Hîsaîshî ve hatine çêkirin.

“Kimitachi wa Do Ikiruka” hefteya borî li Japonyayê ket vîzyonê û di dawîya salê de jî dê li seranserê cîhanê bikeve vîzyonê.

Fîlmê “Kimitachi wa Do Ikiruka”; bêyî parvekirina dîmen, fragman, agahî û reklam li salonên sînemayê yên Japonyayê ket vîzyonê. Tê gotin fîlm îlhama xwe ji pirtûka “Kimitachi wa Do Ikiruka” (1937) digire ku qala pêşveçûna giyanî ya zarokek dike û di rêwîtiya xwe de xizanîya jiyanê û li cîhanê dibîne.

Lêbelê pargîdanîya belavker a fîlmê nû, Gkids ragihand ku “Kimitachi wa Do Ikiruka” ne ji pirtûka “Kimitachi wa Do Ikiruka” hatiye kêşandin û çîrokeke resen a Hayao Mîyazakî ye. Di derbarê fîlmê de bêtir agahî nehatin parvekirin.

Çavkanî: Film Hafızası

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir