Fîlmê “The Flash” di dawîya hefteyê de li gîşeya DYAyê bi ser ket

Daneyên dawî yên gîşeya Amerîkayê diyar bûn ku fîlmê “The Flash” di navbera rojên 16-18ê Pûşberê de bû yekemîn û di bi tenê sê rojan de gihîşt 55,1 milyon dolarî. “The Flash” bi derhênerîya Andy Muschietti hate kêşandin û senaryoya fîlmê Christina Hodson nivîsîye. Listikvanên sînemayê yên wekî Sasha Calle, Ben Affleck, Michael Shannon, Ron Livingston, Maribel Verdú, Kiersey Clemons ve Michael Keaton di fîlmê de cî girtine. “The Flash”, li gîşeyên seranserê cîhanê 139 milyon dolar qezenc kiriye. 

Li gorî daneyên dawî yên gîşeya DYAyê, fîlmê “Elemental” bû duyemîn û “Spider-Man: Across the Spider-Verse” jî di rêza sêyemîn de cihê xwe girt.

Hate ragihandin ku derhêner Andy Muschietti dê di fîlmê “Brave and the Bold” de weke derhêner cî bigire. “Brave and the Bold” fîlmê nû yê rêzeya ‘Batman’ê ye û bi çêkerîya pargîdanîya fîlman a Warner Bros. Picturesê ve tê amadekirin.

Daneyên Gîşe yên Amerîkayê (16-18ê Pûşberê, 2023)

1- The Flash | 55,1 milyon dolar

2- Elemental | 29,5 milyon dolar

3- Spider-Man: Across the Spider-Verse | 27,8 milyon dolar

4- Transformers: Rise of the Beasts | 20 milyon dolar

5- The Little Mermaid | 11,6 milyon dolar

Çavkanî: Box Office

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d