Fîlmê “The Pale Blue Eye” dikeve li pey kuştinên razdar
Fîlmê Scott Cooperî yê “The Pale Blue Eye” di 23yê Berfanbarê de li Amerîkayê dikeve vîzyonê û dê 6ê Rêbendana 2023yê de jî li platforma dîjîtal a Netflixê derbikeve li pêşberî temaşevanan. Christian Bale û wêjekarê navdar Edgar Allan Poe di fîlmê de dikevin li pey kuştinekê ku di salên 1830an de li herêma çolterî ya New Yorkê li ser kuştinê lêkolîn dikin. Ji fîlmê fragmaneke dirêj li ser youtubeê hate weşandin.
Di meha Gelawêjê de ji fîlmê “The Pale Blue Eye” wêneyên ewil û piştre jî kurtefragmaneke hatibûn weşandin ku tê de lîstikvanê navdar û xelatgirê Oscarê Christian Bale weke serlîstikvan lîst. Senaryoya fîlmê Louis Bayard û Scott Cooper bi hev re nivîsîne.
Fîlm “The Pale Blue Eye” ji pirtûka Louis Bayard ji bo hunera sînemayê lê hate anîn û behsa çîroka dedektîvekî ezmûndar Augustus dike ku hewl dide bi alîkarîya xwendekar Edgar Allan Poe, kuştinên ku li Akademîya West Pointê çareser bike. Mijara fîlmê di salên 1830an de diqewime Edgar Allan Poe di fîlmê nepenî ya Gotîk a Amerikî de weke karakterekî pevxistî cih digire, Augustus ji bo çareserkirina kuştinên razdar ji Edgar Allan Poe alîkarî dixwaze. Poe di herikîna fîlmê de weke xwendekarekî ciwan ê akademiya leşkerî tê nasandin.
Serlîstikvanê fîlmê Christian Bale heta niha di fîlmên wekî The Dark Knight, The Fighter û American Psycho de lîstine. Dîroka vîzyonê ya fîlmê weke 23yê meha Berfanbarê hate eşkerekirin û piştî vîzyonê dê di 6ê Rêbendana 2023yê de jî li ser Netflixê bê weşandin.
Fîlm, bi çêkerîya Christian Bale, John Lesher, Tyler Thompson, Tracey Landon, Dylan Weatheredî hate kişandin. Derhêner Scott Cooper bi fîlmên xwe yên “Out of the Furnace” û “Hostiles” ve tê naskirin.
Lîstikvanên wekî Christian Bale, Gillian Anderson, Charlie Tahan, Robert Duvall, Lucy Boynton, Charlotte Gainsbourg, Toby Jones, Harry Lawtey, Simon McBurney, Timothy Spall, Hadley Robinson, Joey Brooks, Brennan Cook, Gideon Glick, Fred Hechinger û Matt Helm di fîlmê de dilîzin.
Wêjekarê mezin ê Amerîkayî Edgar Allan Poe (1809-1849) yek ji helbestvan û çîroknûsên baştirîn ên wêjeya nûjen e ku bi çîrok, kurteçîrok, helbest û nivîsên xwe ve bandorên mezin û derasayî li edebiyata cîhanê kiriye. Pêşengê wêjeya fantastîk, gotîk û pevxistina zanistî Poe di berhemên xwe de zimanekî bandorker û bêhempa afirandiye û wî di heman demê de di rojnameyan de weke rojnameger û çîroknûs xebitiye, edîtorî û rexnegiriya wêjeyê kiriye û li ser zanistên derûnnasî û stêrezaniyê gotaran nivîsandine.
Fîlmên ku ji çîrok û helbestên Edgar Allan Poeyî ji bo hunera sînemayê hatine kişandin
Berhemên çîroknûsê nemir Edgar Allan Poeyî li seranserê cîhanê heta niha bi dehan zimanan hatine wergerandin, weke lîstikên şanoyê hatine lîstin, bûne stran, ji bo hunera heftemîn lê hatine anîn û bandorê li ser hemû warên din ên huner û jiyanê kirine. Wêjekar û helbestvanê mezin Poe bi berhemên xwe yên wekî “Qelareşk”, Hilweşandina Mala Usheran” û “Xewneke Di Nava Xewnekê De” tê naskirin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com