Fîlmê “The Super Mario Bros. Movie” li gîşeya DYAyê bi ser ket
Fîlmê “The Super Mario Bros. Movie” di 5ê Avrêlê de ket vîzyonê ku him li gîşeya Amerîkayê 173 milyon dolar qezenc kir û him jî li gîşeyên seranserê cîhanê gihîşt 377 milyon dolar.
“The Super Mario Bros. Movie” ji rêzeya lîstok a vîdyoyê ji bo sînemayê lê hate anîn û ji alîyê Michael Jelenic, Aaron Horvath ve bi cureya anîmasyonê ve hate kêşandin ku senaryoya fîlmê Matthew Fogel nivîsîye.
Fîlmê anîmasyonê bi hevkarîya Illumination, Nintendo û Universalê ve derket holê û têde lîstikvanên wekî Chris Pratt (Mario), Charlie Day (Luigi), Anya Taylor-Joy (Princess Peach), Jack Black (Bowser) bi dengên xwe cih girtine. “The Super Mario Bros. Movie” çîroka serpêhatîyên amûrsazê bisimêl û hevalê wî tîne li pêşberî temaşevanên sînemayê û li gorî daneyên dawî yên gîşeyê, bûye yek ji fîlmê anîmasyonê yê herî balkêş.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com