Fîlmê “Tystnaden” bi jêrnivîsa Kurdî hate weşandin

Nivîskar û wergêrê kurd Brahîm Ronîzêr, fîlmê derhênerê hoste Ingmar Bergman ê “Tystnaden” (The Silence, 1963), ji bo Kurdîya Kurmancî bi navê “Bêdengî” wergerand û li ser kanala xwe ya Youtubeê weke jêrnivîsê/binnivîs weşandiye. Ronîzêr, fîlmê Bergman ê bi navê “Passion of Anna” jî wergerandibû ji bo Kurmancî.

Fîlmê “Tystnaden” qala çîroka du xwişkan dike û li ser rêwîtiya wan disekine. Di fîlmê de lîstikvanên wekî Ingrid Thulin, Gunnel Lindblom, Birger Malmsten, Håkan Jahnberg û Jörgen Lindström jî cih digirin.

Ji bo temaşekirina fîlmê: 

Sînemagerê navdar ê Swêdê Ingmar Bergman yek ji derhênerên mezintir ên dîroka hunera sînemayê ye ku bi gelek fîlmên xwe yên klasîk ên wekî; “Smiles of a Summer Night” (1955) “The Seventh Seal” (1957), “Wild Strawberries” (1957), “Through A Glass Darkly” (1961) , “Persona” (1966), “Fanny and Alexander” (1982), “Summer with Monika” (1953), “The Virgin Spring” (1960), “Winter Light” (1963), “Tystnaden” (1963), “Shame (1968)”, “The Hour of the Wolf” (1968), “En Passion” (1969), “Cries and Whispers” (1972), “Scenes from a Marriage” (1973), “Face to Face” (1976), “Höstsonaten (1978)” û rêzefîlmê “Sarabanda” (2003) ve tê naskirin û mohra xwe li hunera heftemîn daye.

Nivîskar û wergêr Brahîm Ronîzêr, heta niha fîlmên; “Sê Reng: Şîn” (1993), “Sê Reng: Spî” (1994) yên derhênerê mezin Krzysztof Kieślowskî, fîlmê “Roma Bajarê Vekirî” (1945) yê derhênerê mezin Roberto Rossellînî jî tê de ne, gelek fîlmên sînemayê ji bo Kurdîya Kurmancî wergerandine û li ser kanala Awirfilmê ya youtubeê weşandine. Di sala 2014ê de pirtûka wî ya bi navê “Korerê” (Weşanên Lîs) hatibû weşandin ku ji 19 çîrokên bi Kurdî pêk tê. Brahîm Ronîzêr, romanên; “Tîtirwask” (Yaşar Kemal, Weşanên Lîs), “Demsalek Li Hekarîyê” (Ferît Edgu, Weşanên Cervantes), “Di Keştîyekê De” (Ferît Edgu, Weşanên Cervantes) ji bo Kurdîya Kurmancî wergerand, helbestên gelek helbestvanan werdigerîne û hin çîrokên wî ji bo Tirkî hatin wergerandin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d